Ji Yekitiya Hêza Demokratîk nerazîbûna binçavkirinan

Ji Yekitiya Hêza Demokratîk nerazîbûna binçavkirinan

Platforma Hêza Demokratîk ku ji 19 rêxistin û saziyên penaberan ên li Elmanyayê pêk tê, binçavkirin û serdegirtinên ESP, Rojnameya Atilim, Ajansa Nûçeyan a Etkîn ETHA, Radyoya Azad û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst SGDF, şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Yekitiyê de hat bibîr xist, ku di operasyonên li Stenbol û Enqerê de li gel Alîkarê Serokê Giştî yê ESP'ê û Seroka Rêxistina Stenbolê ya ESP'ê Çîçek Otlû, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê, endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Alp Altinors, zêdeyî 100 kes hatine binçavkirin û hat gotin, "Ev êrişa AKP'ê tolhilandina ji karker, kedkar, jin, ciwan, Kurd, Elewî, hawirdorparêz, pêşverû, şoreşger, sosyalîst, LGBT'yî, ji raperîna azadiyê ya bindestan e. Deshilatdariya AKP û dewlet, têkçûna xwe ya li hemberî raperîna gelê me, nikare qebûl bike, hîn bêtir serî li terorê dide. Bi têkçûnê re êrişkar dibe. Ev rastî, li ber çavê hemû raya giştî ya cîhanê ye."

Yekitiya Hêza Demokratîk xwest, yên hatine binçavkirin tavilê serbest werin berdan û bang li penaberên li Ewrûpayê kir ku piştgiriyê bidin çalakiyên demokratîk ên li Tirkiyê.