Ji YE ji bo penaberên Kobanê 3.9 mîlyon euro

Ji YE ji bo penaberên Kobanê 3.9 mîlyon euro

Komîsyona Ewropayê da xuyakirin ku ew ê ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar mane cih û warên xwe biterikînin, alîkariya ji 3.9 mîlyon euro radestî organîzasyonên însanî bike.

Komîsera Komîsyona Ewropa ya ji Alîkariya Însanî berpirsyar Krîstalîna Georgîeva bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Ji ber pevçûnên dijwar ên li Kobanê, zêdeyî 180 hezar Sûriyeyî derbasî Tirkiyeyê bûn." Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev rewş "bandora krîza mezintirîn krîza însanî ya serdema me girantir kiriye". 

Georgieva got, "Ev fonên ku pêwîstiyeke lezgîn pê heye, ji bo organîzasyonên însanî yên rêveçûna penaberan li herêmê îdare dike ye." Da xuyakirin ku 3.9 mîlyon euro wê ji bo av, stargeh, pêwîstiyên tenduristiyê û xwarinê bê bikaranîn.

Hat diyarkirin ku ev alîkarî di çarçoveya 150 mîlyon euro yên Komîsyona Ewropa ji bo sala 2014'an ji bo alîkariya însanî ya li Sûriyeyê veqetandiye.