Ji Walîtiya Enqereyê gef: Em dê hesabê bipirsin

Ji Walîtiya Enqereyê gef: Em dê hesabê bipirsin

Walîtiya Enqereyê da diyarkirin ku, di çalakiyên Parka Gezî de 944 kes hatin binçavkirin û got: “Em bibiryarin ku kesên rêkûpêkiya bajar xirab bikin hesabê jê bipirsin.” Balkêş bû ku Walîtiyê jî heman gotina Serokwezîrê Tirk Erdogan dubare kir û got, “Li pişt hestên bêguneh yên ciwanan endamên rêxistinên îllegal yên îdeolojîk hene.”

Walîtiya Enqereyê di derbarê piştgiriyên berxwedana Parka Gezî daxuyaniyek da û diyarkir ku, di ‘bûyeran’ de 944 kes hatin binçavkirin, 233 sivîl û 133 polîs birîndar bûne. Bêy ku nav bide ji bo Mustefa Sarisuluk yê aşkera bû ku polîsan kuştiye jî sersaxî xwest.

Walîtiyê bûyerên ku bi rojanin li Enqereyê berdewam dikin û terora polîsan ya giha êrîş kirina cenazeyê Sarisuluk jî weke ‘mudaxeleya profesyonel’ binav kir. Her wiha îdiakir ku, “Di derbarê profesyonelên ku di mudaxeleyan de guncawî şertên, pêwîstîbûn, pîvanbûn û rêjedarbûnê pêkne anîn de lêpirsîn û hûrkolîn didome.”

Walîtiya ku çalakî weke “Çalakiyên nezagonî ên ku rêxistinên îllegal dixwazin bitundî pêkbînin” binav kir, weke Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan jî ji çalakvan bi “Li pişt hestên bêguneh ên ciwanan, endamên rêxistinên îllegal ên hedefên wan ên îdeolojî heyî” sûcdar kirin.

Walîtiyê didaxuyaniya xwe de bi eşkereyî gef li çalakvana xwarin û diyarkir ku, “Em dê hesabê bipirsin.”