Ji Tîmoşenko re rêya dermankirinê vedibe

Ji Tîmoşenko re rêya dermankirinê vedibe

Serokwezîrê Ûkraynayê Vîktor Yanûkovîç da xuyakirin ku ewê qanûna rê dide Serokwezîrê berê Yûlya Tîmoşenko yê di sala 2011'an de bi 7 salan cezayê girtinê hatibû cezakirin, li derveyî welat bê dermankirin îmze bike. Yanûkovîş diyar kir ku ji bo efûkirina Tîmoşenko ewê nekeve nava ti hewldanan.

Yek ji Serokwezîrên berê yên Ûkraynayê Yûlya Tîmoşenko ku di sala 2011'an de bi sedema erka xwe bi nebaşî bikar aniye, 7 sal cezayê girtinê lê hatibû birîn. Tê payîn Tîmoşenko li Elmanyayê bê dermankirin. 

Serokwezîrê Ûkraynayê Vîktor Yanûkovîç da xuyakirin ku parlamenta Ûkraynayê dest bi lêkolînkirina qanûnê kiriye. Yanûkovîç got, "Eger parlament qanûnê di cih de bibîne, ezê jî îmze bikim" û destnîşan kir ku efûkirina Tîmoşenko ne di rojevê de ye û dema tedawiya wî qediya dê vegere girtîgehê.