Ji tevna xalî ber bi çiyê ve...

Ji tevna xalî ber bi çiyê ve...

Mîna ku ji sernavê nivîsê jî tê fêmkirin, ezê ji we re behsa çîroka gerîlayekê bikim. Çîroka jineke ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe daye çiyê.

Di germa Tebaxê de, li dû rê û rêwîtiyeke dirêj û zehmet de me xwe gihandin yekîneyeke ji gerîlayên jin. Ji xwêdanê şil bûm û bi bêhnçikiyayî dema min xwe gihand serê çiyê, hingî bi tenê daxwazeke min hebû; aveke sar mîna qeşayê.

Di ser de jî me çayeke ji agirê êzingan vexwar û rûkeniya gerîla çavkesk a li kêleka min rûniştîbû jî, ew rewşa min a betilandî, ji holê rakir.

Piştî ku me dest bi sohbetê kir, di çîroka gerîlaya bi navê Têkoşîn de min gelek jin dît.

DI 7 SALÎ DE LI SER TEVNÊ

Têkoşîn a ji Rojhilatê Kurdistanê di sala 1989'an de li gundê Hindivan ê ser bi Kotolê hat dunyayê. Bavê wê sê caran zewiciye. Têkoşîn zaroka sêyemîn a pênc zarokên ji hevsera wî ya biçûk e. 12 xwişk û bira ne.

Hînê di 7 saliya xwe de li tevnxaneyan dest bi kar kir.

Bi van gotinan wan rojan tîne ziman:

"Bavê min xwest, ez biçim. Mîna min gelek zarok hebûn. Serê sibê saet di çaran de radikirin û ew dişandin tevnxaneyê. Êvarê saet di şeş heftan de - ji bilî xwarina nîvro ya 10 deqeyan- em ji ser tevnê radibûn.

Li zor û zehmetiya kar, lêdana hostayan jî zêde dibû. Hosta carna bi şîşên li tevnê dihatin bikaranîn, carna jî bi daran li me didan. Min xwe di hundirê qefesekê de didît."

‘LI ÎRANÊ JINÊN ZAROK HENE!’

Têkoşîn di heman demê de behsa xwe û bi milyonan keçên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike:

"Ji zarokatiyê ve xeyala min xwendin bû. Bi tenê xwendin. Lê mixabin di sîstema Îranê de bi tenê wezîfeyek an jî sedemeke çêbûna wan heye: ew jî xizmeta ji bo mêr e. Ji temenê biçûk ve ev yek hînî te tê kirin û mirov dikeve wê rewşê ku tu bi xwe jî qebûl dike ku ji bo xizmeta ji mêran re heyî. Li gorî bavê min, zarokên keç ji dema hatina dunyayê û heta ji wê malê derkeve, divê xizmetê bike, bixebite û pere bîne. Ev rewş gelekî bi zora min diçû. Carna difikirîm ku li tevahiya cîhanê ev rewş wiha ye yan na. Bifikirin; hilmstendina we jî ji bo dilxweşkirina hin kesê din e.

Dibe ku we bihîstibin, niha li Îranê zarokeke 9 salî dikare were zewicandin. Qanûna vê jî hat derxistin. Gelek hevalên min, hînê nebûn 9 salî jî bi mirovên çil salî ve hatin nîşanîkirin. Piştî demeke kurt hatin zewicandin."

Piştî bêdengiyeke kurt, rastiya dilê me diêşîne anî ziman:

"Eger ez ne li vê derê bûma, ezê bibûma yek ji wan 'bûkên zarok.' Li Îranê zarokên keç nîne, zarokên jin hene!"

BAVÊ WÊ LI GEL DEWLETÊ GILIYÊ KEÇA XWE KIR

Min jê pirsî ka di rewşeke bi wî rengî de çawa beşdarî refên gerîla bû; ji jiyana Têkoşîn beşeke din a trajîk derdikeve pêşiya me:

"Min dibihîst ku carna tên gundê me, lê min qet nedît. Bavê min ne dixwest der barê vê de biaxive. Dema em amade bûn, ew nebaş nîşan dida. Çima nizanim, lê min ji gotinên wî bawer nedikir. Rojekê der heqê gerîlayên jin de diaxivîn. Dîsa dest bi nebaşkirina wan kir. Û ez cara yekemîn li dijî bavê xwe derketim. Min got; tu derewan dike û bêguman li min da. Nizanim ka çima min ew kesên ku min qet nedîtiye parast. Lê di navbera min û wan de pêwendiyek çê bûbû. Tuyê bêjî qey tiştek hebû ku min ber bi wan ve dikşand. Dema li gund bi hevalên xwe re em dihatin cem hev, me behsa wan dikirin. Û me biryar dan wan bibînin û beşdarî refên wan bibin. Dema bav û kekê min bi vê hewldana min hesiyan, çûn li gel dewletê giliyê min kirin. Û ez hatim girtin. Gelo bavek bi çi rengî dikare keça xwe radestî dewletê bike?"

Çavên wê yên kesk şil dibe, ji dengê wê yê dilerize em fêm dikin ku êdî naxwaze zêde biaxive.

JIIYAN JI BO MIN DARBESTEK BÛ

Dibêje, piştî vê bûyerê hemû girêdana hestî ya bi malbatê re qut bûye û nêrîna wê ya yekane êdî derketina çiyê û xwegihandina gerîla ye. Dibêje, "Eger ez nikaribim xwe bigihînim ezê dawî li jiyana xwe bînim. Jiyan ji xwe ji bo min mîna darbestekê bû."

Ew tiştê ku di wî temenê wê yê biçûk de mirin xist bîra wê, ji mejiyê xwe qewirand û hat roja îro.

"Dema ez nû hatim, min perwerdeya şervanên nû dît. Li wê derê ez hîn bûm ku yekîneyên xweser ên hevalên jin hene. Yanî bi tenê jin. Dema min ev bihîst, di tevahiya perwerdeyê de min pêşniyar kir ku piştî perwerdeyê min bişînin wê yekîneyê. Min her tim xeyal dikir, ka jin bi tena serê xwe çawa dijîn, li van çiyan. Ji bo min nêrîna vê bi xwe jî gelekî mezin bû.

MIN XEYALA XWE YA LI GUND LI VÊ DERÊ PÊK ANÎ

Min xwe nas kir, hêza xwe, karê ku dikarim bikim, nas kir.

Min xeyala xwe ya xwendinê ku nekarî li gundê xwe bicih bînim, li vê derê pêk anî. Ez bi Kurdî dixwînim û dinivîsînim. Êdî hevalên ku bi xwendin û nivîsandina Kurdî nizanin, ez hînî wan dikim. Hîn bûm ku sînorê hînbûnê nîne, di her roj her kêliyê de mirov dikarin tiştên nû hîn bibin. Û bêguman hezkirina jiyan û mirovan..." Bi van gotinan careke din rûyê wê dikene.

Li pêşberî me, jineke ciwan a ji xwe bawer, bi jiyana xwe ya mezin re jineke bi hêz disekine.

Û em dizanin çîrok, serpêhatiyeke her yek ji wan heye.