Ji Tevgera Ciwanan banga bilindkirin tekoşînê
Ji Tevgera Ciwanan banga bilindkirin tekoşînê
Ji Tevgera Ciwanan banga bilindkirin tekoşînê
Tevgera Ciwanên Şoreşger, diyar kir ku hevalê wan Mezlûm Îsa (Mezlûm Tolhildan) di çarçoveya banga seferberiyê de ji bo alîkariyê tevlî xebatên Asayîşê bûye û di êrîşa duh a komên çete de jiyana xwe jidest daye. Tevgerê bang li ciwanan kir ku têkoşîna cangoriyan bilind bikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete yên êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dikin, li dijî hêzên YPG'ê têk çûne, dest bi êrîşên bombeyî kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herî dawiyê li bajaroka Çilaxa li dijî wesayîta Asayîşê êrîş pêk hatiye û di encamê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mezlûm Tolhildan (Mezlum Îsa) ku di çarçoveya seferberiyê de alîkariya Asayîşê dikir, jiyana xwe jidest daye.
Di daxuyaniya ku ji malbata Tolhildan û gelê kurd sersaxî hate xwestin de ev tişt hatin gotin: "Rêheval Mezlum li malbeteke welatparêz mezın bû. Piştî şoreşa Rojava heval Mezlûm dıst bı xebatê kir û tevlî Tevgera Ciwanên Şoreşger bû û cihê xwe di nava koordînasyona Qamişlo de girt. Bi rihekî fedakar û bêhesap tevgeriya Bi dilnizimiya xwe di nava hevalan de xwe dabû hezkirin. Hevalekî minak bû. Rihê ciwanên Apocî di asta herî jor de jiyan kir."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger soza bilindkirina têkoşîna cangoriyan dide bang li hemû ciwan hate kirin ku xwedî li têkoşîna "şehîdan" derkevin.