Ji TEV-DEM’ê peyama sala nû
Ji TEV-DEM’ê peyama sala nû
Ji TEV-DEM’ê peyama sala nû
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) sala 2014’an li hemû pêkhateyan pîroz kir û hêvî kir ku sala nû ji bo hemû pêkhateyan bibe sala aştiyê.
TEV-DEM’ê bi munasebeta sala nû, peyamek weşand. Di peyama ku sala 2014’an li hemû gelan hate pîrozkirin de ev tişt hatin gotin:
“Salek bi temamî di ser berxwedana gelê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re derbas bû. Mixabin li gelek herêmên Sûriyê şoreş bi awayekî şovenîstî veguhest şerê navxweyî û şerê desthilatdariyê. Ji ber vê yekê rewşeke koçberî, komkujî û kuştina welatiyên sivîl derket. Li aliyê din gelek ziyan li bingeha welat ketin. Her wiha di sala 2013’an de êş û perîşantî rengekî yê welatiyên Sûriyê bû.
Gelê Kurd di sala 2013’an de li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên dîrokî bi dest xwe xistin û bi avakirina hêza YPG’ê hemû destkeftiyên xwe parastin. Li aliyê din YPG’ê berxwedaneke bêhempa li hemberî çeteyan û hêzên rêjîmê da meşandin. Bi boneya hatina sersalê em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin. Bi saya xwîna şehîdan gelê Kurd di warên siyasî, rêveberî û leşkerî de biser ket. Diyar bû ku xeta sêyemîn a ku gelê Kurd pejirandiye rêbaza herî rast e.
Avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hersê herêmên rizgarkirî (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) serkeftineke gelekî girînge. Li ser vê bingehê em bang li hemû pêkhateyên Sûriyê bi hemû rêxistinên xwe yên siyasî û civakî dikin ku piştgiriya vê rêveberiyê bikin. Di dawî de em hêvî dikin ku sala 2014’an ji bo hemû gelên herêmê bibe sala aştiyê.”