Ji Tekirdaxê heya Erdexanê 34 hatin bibîr anîn

Ji Tekirdaxê heya Erdexanê 34 hatin bibîr anîn

Di duwemîn salvegera komkujiya Roboskî de bi hezaran kesên ku li Kurdistan û Tirkiyê daketin qadan 34 welatiyên ku hatin qetil kirin bibîr anîn. Di çalekiyan de peyamên weke “Emê komkujiyê ji bîr nekîn û destor nedîn dana ji bîrkirinê. Ger em ji bîr bikîn dilê me bisekine.”

KOCAELÎ

Li navçeya Daricik a Kocaelî ji aliyê HDP’ê ve bi armanca protesto kirina komkujiya Roboskî li pêş avahiya wê daxuyaniyekî çapemeniyê hate li darxistin. Daxuyaniya ku hejmarekî gelek kes beşdar bûn 34 welatiyên ku di komkujiya Roboskî de hatîn qetil kirin bi deqeyek rêzgirtin bibîr anîn. Girseyê li ser hev dirûşmeyên weke, “Roboskî ji bîr neke û nede ji bîr kirin”, “Hesaba Roboskî wê were pirsîn” qêr kirin.

 BURSA

Li Bursa Rêxistina HDP’a Bajarê Bursa, Platforma Şubeyên KESK’a Bursa, Navenda Nûnertiya DÎSK’a Stenbolê, TMMOB û TTB bi armanca protesto kirina komkujiya Roboskî li Meydana Bajarê Bursa Meydana Fomora meşek li darxistin. Meşa ku hejmarekî zêde kes li gel rêveberên HDP’a Bursa yên bajêr û navçeya beşdar bibûn pankarta “Em Roboskî ji bîr nakîn û nadîn ji bîrkirin” û li ser hev dirûşmeyên weke, “Gelê Roboskî ne bi tenê ye” û “hesaba Roboskî wê were pirsîn” qêr kirin.

TEKÎRDAX
komkujiya Roboskî ji aliyê pêkhateyên HDP’ê ve li Parka Tuglayan a Tekirdagê bi daxuyaniyekî çapemeniyê protesto kirin. Daxuyaniya Çapemeniyê a ku xwendekarên Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Namik Kemal piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de li ser hev dirûşmeyên “Roboskî ji bîr neke nede ji bîr kirin” qêr kirin.

ÇANAKKALE

Li çanakkalê jî komkujiya Roboskî bi meşekê hate protesto kirin. Meşa ku ji aliyê Rêxistina HDP’a Bajarê Çanakkalê  û endamên Meclisa Ciwanên HDK’a Çanakkalê ve hate amade kirin Rêxistina BDP’a Çenekkalê jî piştgirî da meşê.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî piştî protesto kirina komkujiya Roboskî şûnde sergiyekî wêneyan a li ser komkujiyê hatî amade kirin hate vekirin.
BALIKESÎR
Li Balikesîrê bi hezaran yên ku bi pêşengiya Rêxistina HDP’a Bajarê Balikesîrê hatin gel hev li pêş Daireya Bacê a Balikesîrê komkujiya Roboskî bibîr anîn.

Li gelek bajarên weke Muxla, Amed, Erzurum, Mûş, Antep, Ardehan, Elazix, Çewlik, Enqere, Bîlecîk û Yalovayê bi çalekiyên cuda cuda hate protesto kirin.