Ji siyasetmedarên Elmanya zextên li ser Enqereyê

Ji siyasetmedarên Elmanya zextên li ser Enqereyê

Li Elmanya gelek siyasetmedaran oparasyonên nelirêtî û bertîlê yên li Tirkiyê û hêrsa li taxan nirxandin. Wezîrê karên Derve got, ji bo Tirkiyê “Ceribandineke” , Parlementerê Ewropa Elmar Brok diyar kir ku dawiya serdema Erdogan hatiye.

Wezîrê Karên derve yê Elmanya Frank-Walter Steinmeier ku nû dest bi karê xwe kir, di daxuyaniya xwe a ku ji rojnameya Bild am Sonntagê re ku kirî wiha got: “Di mijara zelal kirina gûmanên nelirêtiyê de em ji hêza dewleta Tirk bawer dikîn.” Her wiha Wezîr got ku: “Kapasiteya Enqereyê a ji bo zelal kirina bûyerê de wê ji bo hemû îdiayên polîtîkayên dewletê yên di dewleta huquqî de, di nirxê testê deye.”

Steinmeier diyar kir ku ew pêşketinên li Enqere û Stenbolê ji nêzve di şopînin û bal kişande ser ku Tirkiye ji bo Elmanya şirîkekî pir giringe. Wezîr wiha dewam kir: “Di herêmekî weke Rojhilata Navîn de ku pevçûn û krîz lê dijîn, ji hindir û derve weke şaxekî bi îstikrar pêwistiyekî me bi Tirkiyekî bi hêz heye.”

Sekreterê giştî yê teşkîlata SPD yê eyaleta Hessenê Michael Roth ku ji rojnameya Handelsblatê re axivî wiha got: “Dewlete Hiqûqî û tekoşîna encam girtinê a li hember nelirêtiyê şert û mercên nebûna endamtiya Yeketiya Ewropa ku vêcarê çênebe êdî nikare çêbe ye.”

Wezîrê Komisyona karên derve Elmar Brok diyar kir ku dema Erdogan bi dawî bûye û wiha got: “Serokwezîrê Tirk xwe bi desthilatdariyê ve dadileqîne, di welatê xwe de bê bawerbûnekî dramatîk dide çêkirin.”