Sendîkayên çapemeniyê yên Fransayê ji Eûtelsatê re: Dev ji biryara xwe berdin

Sendîkayên çapemeniyê yên Fransayê bang li Eûtelsatê kirin ku dev ji biryara xwe ya sekinandina weşanên televîzyonên Kurdan berde.

Sendîkayên çapemeniyê yên Fransayê SNJ, SNJ-CGT Û CFDT-Joûrnalîst bi lezgînî daxuyaniyek dan û gotin ku bila Eûtelsat dev ji biryara xwe ya sekinandina weşanên televîzyonên Kurdan Ronahî Tv, Stêrk Tv û News Channelê berde.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ku pêkanîna biryareke wisa, li Tirkiyeyê ji xwe rojnamevan di girtîgeheke mezin de ne û azadiya çapemeniyê tê astengkirin û ev tişt tê wateya piştgiriya polîtîkayên Erdogan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Bukreşê di Desteya Giştî ya Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê ya di navbera 18-19’ê Gulana 2017’an de a jî gefa li ser televîzyonên Kurdan hatibû rojevê û gotin: “Bi yekdengî pêşniyaznameyek jî hatibû qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dema Eûtelsatê xwest ku Med Nûçe û Newroz Tvyê jî bigire sendîkayên çapemeniyê yên Fransayê dîsa nerazîbûn nîşan dabûn û wê biryara Eûtelsatê hatibû betalkirin.

Bal hat kişandin ku bi fermana Erdogan Eûtelsat dixwaze weşana sê kanalên Kurdan bide sekinandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar tê wateya derbekirina azadiya çapemeniyê û gotin divê Gerînendeyê Giştî yê Eûtelsatê Rodolphe Belmer van tehdîdên Tirkiyeyê nexe meriyetê.

Desteya Giştî ya Federasyona Rojnamevanên Ewropayê bang li hikumeta Fransayê kirin ku divê vê biryara Eûtelsatê neyê pêkanîn.

Di heman demê de Lijneya Giştî ya Federasyona Rojnamevanên Ewrûpayê ji bo vê meseleyê bang li Konseya Ewrûpayê jî kirin.