Senator Mîchel Bîlloût, ku di heman demê de Alîkarê Serokê Komîsyona Karên Ewropayê ya Senatoyê ye, li ser rawestandina weşana Med Nûçe û Newroz TV ji aliyê Eutelsatê ve, pêşniyarpirsek pêşkêş kir. Wezîr Harlem Desîr ê ji karên Ewropayê berpirsyar e, bersiv da pêşniyarpirsê.
Bîlloût pêşniyarpirsa xwe bi devkî kir û bibîr xist, ku Eutelsat a di sala 1977'an de ava bû, di sala 2001'ê de xwemalî bû. Bîlloût da xuyakirin, ku ji sedî 59 ê sermayeya Eutelsatê cemawerî ye û zêdeyî ji sedî 25 ê parên şîrketê yê Sindoqa Mewdûat û Emanetan e.
Bîlloût got, "Ji bo wezîfeyên xizmeta cemaweriyê ya emanetî Eutelsatê hatiye kirin baş werin şopandin û kontrolkirin, Eutelsat hê jî weke organîzasyonek navbera hikûmeta dimîne. Ji ber ku navenda Eutelsatê Fransa ye, di plankirina qenalên weşanê dikin de, Konseya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Fransayê berpirsyar e.
Bi kurtasî, ev şîrket xwemalî ye, lê di heman demê de bi rengekî berfireh di bin kontrola cemaweriyê de ye. Eutelsatê bi zexta Serokkomarê Tirk Erdogan, bêyî biryara dadgeriyê biryar da qenaleke televîzyonê ya Kurd bigire. Paralelî vê yekê hikûmeta Tirk jî bi qasî 20 qenalên televîzyonê û stasyonên radyoyê girt. Birêz Wezîr, gelo li gorî we ev biryar li dewleteke hiqûqê, nirxên azadiya raman û çapemeniyê yên ku Yekîtiya Ewropa wan diparêze tê? Yan jî di vir de hûn tengav bûne?"
BERSIVA HIKÛMETÊ: BIRYARA EUTELSATÊ CIHÊ FIKARAN E
Wezîr Harlem Desîr jî da xuyakirin, ku di vî warî de erka yekser a hikûmetê nîne û anî ziman, ev yek pirsgirêkeke rasteqîn e.
Bersiva Desîr bi vî rengî ye:
"Birêz Senator, mîna ku we jî gotin; Eutelsat saziya Yekîtiya Ewropayê nîne. Her çend avabûna wê eleqeya xwe bi Ewropayê re hebe jî.
Tevî ku şîrketeke xwemalî ye, ji ber ji desteka Ewropa û fonên cemaweriyê sûdê werdigire, divê hurmetê nîşanî nirxên Ewropayê bide.
Biryara we qalê kirin, bêguman cihê fikaran e. Ji bilî qenalên ku propaganda terorîzmê dike yan jî mesajên kîn û şîdetê dide, sekinandina weşan an jî qedexekirina qenalên nûçeyan ji aliyê organîzasyoneke mîna Eutelsatê ve, bi ti hincetê nayê ravekirin.
Li ser vê pirsgirêkê erka me nîne, lê belê ev yek mijareke rasteqîn e. Lazim e konseya rêveberiya vê organîzasyonê û payedarên wê, li ser mijara qenalên televîzyonê ku qenalên Kurd jî di nav de hene, nîqaşeke samîmî bikin."