Ji sedî zêdetir malper hatin qedexekirin!

Bîanet jî di nav de 136 malper hatin qedexekirin.

Dadgeriya Silhê ya Cezayê ya 3'an a Eqnere, bi dîroka ser nivîsa Fermandariya Giştî ya Jandarma a Tirk re, heman rojê, 16'ê Tîrmehê biryar li ser qedexekirina 136 malperan da. Di nav malperên qedexekirî de adrêsên Facebook, Instagram, Twîtter, Youtube, Pinterest û bîanet.org jî hene.

Çend adrêsên ku bi biryarê hatine qedexekirin: Bîanet, ETHA, Halkin Sesi TV, Ozgur Gelecek, osp.org, geziyisavunuyoruz.orga, Gazete Fersude, Yeni Demokratik Gençlik, Umut Gazetesi, Kizil Bayrak, Marksist Teori, Direnişteyiz, Mücadele Birliği, Antakya Sokak.

Her wiha hesabê Twîtterê ya parlamentera HDP'ê Oya Ersoy jî hate qedexekirin.