Ji sedan 60’ê petrola Sûriyeyê di bin kontrola Kurdan de ye

Ji sedan 60’ê petrola Sûriyeyê di bin kontrola Kurdan de ye

Hevserokê mezintirîn partiya Rojavayê Kurdistanê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku ji sedî 60’ê petrola Sûriyeyê di bin kontrola Kurdan de ye. Muslim diyar kir ku bîrên petrolê ji aliyê YPG’ê ve tê parastin û bal kişand ku Kurd dîroka xwe bi xwe dinivîsin.

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim bersiv da pirsên ji ANF’ê Maxime Azadî, diyar kir ku Kurd li Rojhilata Navîn dîrokek nû dinivîsin.

Muslim got: “Pozîsyona me neguheriye. Em niha gelê xwe diparêzin. Carna em neçar dimînin bi hêzên dewletê re , carna jî bi komên çekdar re dikevin pevçûnan.”  Her wiya diyar kir ku Kurd li bendê ne ku Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê pozîsyona xwe diyar bike.

BAJARÊN DIN BIN KONTROLAKURDAN DE

Ji 19’ê tîrmeha 2012 ve Kurdan dest bi rizgarkirina bajarên xwe kirin û heta niha bi temamî neh bajaran xistin bin kontrola xwe. Ev bajar wiha ne: Kobanê, Efrîn, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrika Hemko, Girê Legê. Her wiha bajarên Til Temir, Tirbespiyê û Rimêlan ên ku Kurd û Ereb bi hev re lê dijîn.

HERÊMÊN GIRÎNG ÊN PETROLÊ

Kurdan li herêmên xwe bîrên petrolê xistin bin kontrola xwe. Herêmên Rimêlan, Til Koçer û Cibis ên cîranê hev in, cihên herî dewlemend ên petrolê ne.  Muslim got: “Ev herêmên ku ji sedî 60’ê petrola Sûriyeyê jê tê derxistin, di bin kontrola YPG’ê de ne” û wiha domand: “Hilberîna petrolê hatiye rawestadin, bîrên ji aliyê YPG’ê ve tên parastin.”

Herêmên din ên girîng ên petrolê bi taybet Dêr Ezzor e. Ev herêm jî di bin kontrola hêzên çekdar de ye. li gorî agahiyên ku Muslim dane bîrên li vir 9 bîr şewitîne. Muslim dibêje: “Niha di destê rejîmê de tu herêmên petrolê nemane. Lê hilberandina wê hatiye rawestandin.”

ME ÇAV BERNEDAYE AXA XELKÊ

Salih Muslim 5ê gulanê li paytexta Îngilîstan Londonê di panelekê de axivîbû û ragihand, ku weke gelê Kurd hemû armanca wan, jiyaneke bi rûmet û azad a li ser axa xwe ye û destnîşan kir, ku wan çav bernedane axa ti gelî.

Muslim di vî warî de weha peyivî; "Li Sûriyê 26 sal in şer heye. 26 sal in di navbera kesên li Sûriyê xwedî hesaba ne, şerê deshilatdariyê heye. Ji wan cûda, em xwedî stratejiyekê ne. Me ev stratejiya xwe heta roja îro meşand. Me ji destpêkê ve dizanîbûn ku şoreşa Sûriyê naşibe ya Tûnis, Misir û yên din. Mûxalîfan û dijberên rejîmê jî temenekî bi qasî 6 mehan da rejîma Esed. Lê îro du sal di ser re derbas bûn. Kes nizane wê ji niha û pê ve jî çiqasî dewam bike."

Hevserokê PYD'ê bibîr xist, ku heta roja îro li dijî wan gelek polîtîkayên dijber hatine kirin û got, "Hêzên rejîmê û çeteyan timî êriş kirin. Me li gelek bajarên li Rojava li dijî çeteyan şer kirin. Pirraniya van çeteyan jî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî me hatin bikaranîn. Îro jî hînê Tirkiye ji gelek ji van çeteyan re mêvandariyê dike."

Muslim bibîr xist, ku dewleta Tirk ji bo pêşî li bidestxistina mafên Kurdan bigire gelek peymanên veşartî û qirêj kirin û di vî warî de êrişa li Serê Kaniyê bibîr xist.