Ji rojnameya Radîkal Şahîn ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
Ji rojnameya Radîkal Şahîn ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
Ji rojnameya Radîkal Şahîn ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
Gerînendeyê Nûçeyan ê Enqere yê rojnameya Radîkal Omer Şahîn, ji bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Edaletê da.
Piştî hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi heyeta BDP’ê re di peyama ku ragihand de gotibû: "Bi rastî eger li Îmraliyê di hevdîtineke bi çapemeniyê re derfetên min ên ku ez raya giştî rasterast agahdar bikim çêbibin, di xusûsa bi awayekî baş pêvajo were pêşxistin de dibe ku tevkariyên min ên ciddî çêbibin.” Piştî daxuyaniya Ocalan Midûrê Nûçeyan yê Enqereyê yê Rojnameya Radîkal Omer Şahîn serlêdan kir. Şahîn di hesaba xwe ya twîtterê de ragihand ku, “Ji bo li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan pêkbînim min serlêdana fermî kir.”
Şahîn beriya vê li girtîgehê bidestûra Wezareta Edaletê bi Mustefa Balbay, Buşra Ersanli, Mehmet Agar û Mahmût Unlu re hevdîtin pêkanî bû.