Ji rêxistinên Swêdî li dijî tecawizkaran banga têkoşîna hevpar

Ji rêxistinên Swêdî li dijî tecawizkaran banga têkoşîna hevpar

Komeleya Jin a Kurd a Amara ya Stockholm ku nerazîbûn nîşanî serbestberdana 8 leşkerên Tirk ên destdirêjiya cinsî li  hemberî zaroka keç a 14 salî E.A. kiribûn, bang li sazî û dezgehên Swêdî kir da ku li hemberî bûyerên tecawiz û destdirêjiya cinsî yên li Kurdistanê bikevin nav liv û tevgerê.   

Di daxuyaniya ku ji parêzer û rêxistinên jinan re jî hatin şandin de tê gotin ku dewleta Tirk tenê bi leşkerên xwe Kurdistan dagir nekiriye, bikaranîna rêbazên cuda hewl dide ciwanên Kurd ji rê derxe. Daxuyanî cih dide van nêrînan:   

“Di nav ciwanên me de bikaranîna maddeyên tiryakê (esrar û eroîn) û fuhûş pêş dikeve. Ligel wan ciwanên me yên di temenê zarokatiyê de rastî tecawiz û destdirêjiya cinsî tên.  Di demên borî de bûyereke ku dişibe vê wek doza N.Ç. di raya giştî de cih girt. Cezayên pirr kêm dane kesên ev kiryar pêk anîne.  Tê xwestin ku di vê dozê de jî heman tiştî bikin. Leşkerên ku hatine girtin ji aliyê dadgehê ve hatine berdan û ji bo dozê jî biryara nepenîbûnê hat girtin.”   

Komeleya Jin a Kurd a Amara destnîşan kir ku ji bo ev tecawiz û destdirêjiyên cinsî bên rawestandin divê destpêkê kesên van bûyeran dikin werin cezakirin û destnîşan kirin ku wê bibin şopdarê doza E.A.