Ji rêxistina Marburg a SPD ji bo Kobanê alîkarî
Ji rêxistina Marburg a SPD ji bo Kobanê alîkarî
Ji rêxistina Marburg a SPD ji bo Kobanê alîkarî
Li bajarê Marburg ê Kurd û dostên wan ên tevlî civîna SPD bûn, ji rêveberên partiyê xwestin da ku ji bo alîkariya ji Kobanê re zextê li hikûmetê bikin. SPD ku ciwanên Kurd bi erênî pêşwazî kir, alîkariya ji YPG’ê re jî di nav de 4 xal di civîna komê de qebûl kir û soz da ku pêşkeşî Parlamentoya federal bike.
Rêxistina SPD Marburg, li ser daxwaza ciwanên Kurd, di civîna koma xwe de alîkariya ji bo Kobanê jî di nav de hin rêzebiryar qebûl kirin û gotin ku wê pêşkeşî hikûmeta navendî bikin. Ciwanên Kurd ên tevlî civîna komê bûn, di serî de Kobanê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd dosyayek pêşkeşî partiyê kirin. Ciwanên Kurd ji SPD xwestin, dewleta Elmanya ji bo alîkariya ji Kobanê re bikeve nav hewldanên navneteweyî. Rêveberên partiyê yên ciwanên Kurd erênî pêşwazî kirin, gotin ku Kobanê di rojeva wan de ye.
Di civîna SPD de, daxwaznameyek ji 4 xalan ji bo Parlamentoya Federal a Elmanya re bê pêşkeşkirin hat qebûlkirin.
Xalên hatin qebûlkirin ev in:
*Pêwîst e navendên partiyên siyasî ji bo hikûmeta navendî piştgiriyê bide Kobanê û Kurdên li Rojhilata Navîn, zextê li hikûmetê bikin.
*Pêwîst e alîkariya çekan bê kirin.
*Ji bo Tirkiye mafê Kurdan bide divê Elmanya zextan li Tirkiye bike.
*Pêwîst e qedexeya li hember PKK’ê ya li Elmanya bê rakirin.
BI MEŞEKÊ DAIŞ HAT ŞERMEZARKIRIN
Li gel vê bi xwepêşandaneke li Marburg jî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hatin şermezarkirin. Kurdên li stasyona navendî ya trenê kom bûn, ber bi navenda bajêr ve meşek li dar xistin û çeteyên DAIŞ şermezar bikin. Di meşa ku Tirkiye hat şermezarkirin belavok hatin belavkirin û ji hêzên navneteweyî hat xwestin ku mudaxeleya lezgîn bikin. Komên wek Taksîm Marburg, Antîfa û Desîdent jî piştgirî dan meşê.