Ji Radyoya Ozgurê bang ji bo nobeta azadiyê
Ozgur Radyo li dijî girtina radyo û televîzyonan bang kir ku nobeta azadiyê were girtin.
Ozgur Radyo li dijî girtina radyo û televîzyonan bang kir ku nobeta azadiyê were girtin.
Ozgur Radyo têkildarî girtina gelek radyo û televizyonên muxalîf ên bi destê AKP’ê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’malpera webê ya fermî ya 95.1 Ozgur Radyoya me hate sansûrkirin û pêgihiştina wê hate astengkirin.
‘’Ozgur Radyo ji berk u bû dengê azadî, aştî, çewisandiyan gelek caran hate girtin, 3 sal û 9 mehan mîkrofonê wê hate bêdengkirin. Gelek caran bi ser buroya wê de girtin, stûdyo hate mohrkirin, xebatkarên wê hatin binçavkirin, têkildarî rêveberên wê cizayê gritinê dan’’ û wiha berdewam kir:
‘EM ÎRO DEST PÊ DIKIN’
‘’Ti desthilatdarî nekarî bibe asteng ku dengê rastiyê yê Ozgur Radyoyê, dengê stranên wê bigihije çewisandiyan, gelan. Niha jî wê nikaribin.
Niha jî em ê serê xwe ji wan re berjêr nekin, em ê radestî derewan nebin. Piştî civîna Desteya Ewlekariya Millî qedexeya li ser çapemeniya azadiyê dest pê kir, em li dijî vê dest bi nobeta azadiyê dikn.
Em weke Ozgur Radyo bang li kedkar, hunermend, rewşenbîr, dostên xwe dikin ku werin bînahiya me û tevlî nobeta me ya azadiyê bibin, saet 18.30’an.
Em bang li hemû guhdêrên xwe dikin ku li dengê xwe, hilma xwe, siberoja xwe, jiyana xwe xwedî derbikevin.’’