Ji polês re kirin teşt

Serokê Komeleya Parêzerên Komarparêz Dr. Peer Stolle dibêje, qedexeya dewleta Elman a li dijî xebat û sembolên Kurdan, mirov nikare tenê bi tekiliya wê ya bi dewleta Tirk ve girê bide, bi xwe jî naxwaze sempatiya miletê Elman li gel rêxistinên Kurdan ên l

Em li ser li ser siyaseta dewleta Elman a beramberî Kurdan û qedexeyên wê bi Serokê Komela Parêzerên Komarparêz a li Elmanyayê, Dr. Peer Stolle re peyivîn.  Dr. Peer Stolle behsa qedexekirina alên Ocalan, YPG û YPJ dike, û dibêje di vê meseleyê de pirsgirêkên cidî yên hiquqî hene. Li ser vê meseleyê Stolle wiha axivî: “Serê sala 2017´an Wezareta Karê Navxwe ya Elmanyayê qedexekirina sembolên PKK´ê berfirehtir kir. Bi hinceta qedexeyên li dijî PKK´ê hatine binpêkirin, ev yek kir. Piştî van qedexeyên nû jî demeke nû ya krîmînalîzekirinê dest pê kir. Nîşandana alên YPG û YPJ´ê hem di xwepêşandanan de hem jî si medyaya civakî de jî hema hema bi temamî hat qedexekirin. Pirsgirêk di wir de ye, di meseleya qedexekirina alayan de şêlûbûneke hiquqî heye. Ev alayên hanê çi wextê qedexe ne, çi wextê ne qedexe ne? Ev ne diyar e.”  

Dr. Stolle dibêje, ew şêlêbûna hiquqî bi qestî wiha hatiye hiştin da ku di warê krîmîzalînekirinê de destê polêsan xurt be: “Bi ya min ew şêlûbûna hiquqî ji bo girtina aktîvîstan, biserdegirtina malan û komeleyan, da ku destê polêsan xurt bikin, wiha hiştin. Ji bo ku paşê bibêjin, ew alayên hanê ne qedexe ne, esas alayên qedexe yên din in, hûn bê sûc in, çavê mirovan wê bitirse. Hasil, ew şêlûbûna hiquqî ji bo zêdekirina zext û pêkûtiyan e.”   

TEWŞOMEWŞO YE

Dr. Peer Stolle wekî din îşaret bi sebeba qedexekirin û krîmîlîzasyona Kurdan dike û dibêje, hikûmeta Elman ne tenê ji ber ku dewleta Tirk dixwaze, qedexe, hesabê wê bi xwe jî heye: “Ji ber berjewendiya dewleta Elman pêwîst dike, qedexe û krîmînalîze dikin. Dewleta Elman naxwaze sempatiya miletê wê li gel rêxistinên Kurdan ên li Sûriyeyê zêde bibe û destekê bide wan. Lê helbet tesîra Tayyip Erdogan jî heye li ser Elmanyayê. Lê dixwazim dubare bibêjim, encama hesab û planên polîtîk ên dewleta Elman e. Em parêzer, me karî hin qedexeyan betal û pûç bikin. Ji ber ku li aliyekî, şervanên Kurd ên li Sûriyeyê şerê DAIŞ´ê dikin û tu jî çekan didî wan, beramberî vê jî hezkirina milet zêde dibe, li aliyê din jî, were, alayên wan qedexe bike. Ew tiştekî tewşomewşo ye. Nakokiyeke mezin e.''

JÊDER: Yenî Ozgur Polîtîka