Ji Partiya Komunîst a Fransayê bo Kurdan şeva piştevaniyê

Ji Partiya Komunîst a Fransayê bo Kurdan şeva piştevaniyê

Li bajarê Marsîlya ya Fransyê Federasyona Partiya Komunîst a fransayê (PCF) bi kurdan re şeva piştevaniyê pêk anîn.  Di şahiyê de belgefîlma ‘Ez Kurd im’ hat temaşekirin û  her wiha bo betalkirina peyamana dij-kurdan îmze hatin berhevkirin.

Şahî roja pênceşemê li Navenda Giştî ya PCF pêk hat.  Sekreterê Federasyona Ciwanan Thrîbeout Albanese, sekreterê giştî yê PCF Pîerre Darevîlle û berpirsê polîtîya navnetewî Jausîane Durrîeu û ji navenda çanda Mezopotamya Salîh Soylemez tevli bûn.

Thîbeaut Albanese diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna PKK’ê û got ku ew dê her tim ligel kurdan cih bigirin.

Darevîlle da zanîn ku ev 10 sale li Fransayê hikûmet guheriye û di pirsgirêka kurd de jî tu nûbûne nedîne û got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê gelek tiştî biguhere. Darevîlle diyar kir divê hikûmeta Fransayê piştgiriyê bidin kurdan û li vê pêvajoyê de li cem kurdan cihê xwe bigirin.

Jausînae Durrîeu diyar kir ku têgeha terorîst ji bo PKK’ê nayê qebûlkirin. Salîh Soylemez jî der barê pêvajoê de agahî da.