Ji parêzerên doza Çapemeniyê çalakiya ‘rawestînê’
Ji parêzerên doza Çapemeniyê çalakiya ‘rawestînê’
Ji parêzerên doza Çapemeniyê çalakiya ‘rawestînê’
5'emîn rûniştina 24 jê girtî 46 rojnamegerên ku ji doza KCK'ê tên darizandin di roja 3’yemîn de li 15'emîn dadgeha Ceza ya Giran a Stenbolê berdewam kir. Beriya rûniştina dozê parêzerên beşdarî dozê bûn, bi boneya piştgiriyê bidin Berxwedana Parka Geziyê li ber avahiya dadgehê çalakiya “rawestînê" pêk anîn.
5'emîn rûniştina doza 24 jê girtî 46 rojnamegerên çapemeniya Kurd ku di 20'ê Kanûna 2011'an de di çarçoveya operasyonên li hemberî “KCK"ê de hatin girtin, di roja 3'yemîn de li 15'emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Stenbolê berdewam kir. Polîsan li 7 bajaran bi ser buroyên çapemeniya Kurdan ên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ajansa Etîk, Demokratîk Modernîte, Belavkariya Firatê û malên rojnamegerên Kurd de girtibûn. Di operasyonê 46 rojnamegerên Kurd hatibûn binçavkirin û 36 jî hatibûn girtin. Beriya rûniştina dozê parêzerên beşdarî dozê bûn, bi boneya piştgiriyê bidin Berxwedana Parka Geziyê li ber avahiya dadgehê 15 deqîqeyan çalakiya "Rawestînê" pêk anîn.
Piştî çalakiyê Prz. Ercan Kanar, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê her ku diçe ber bi dîktatoriyeke hişk ve diçe û bi terora dewletê bi hezaran welatî birîndar bûne. Kanar, anî ziman ku ji bo vê terorê şermezar bikin vê çalakiyê pêk tînin. Serokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Firat Epozdemîr jî diyar kir ku ew bi vê çalakiyê piştgiriya xwe ya Berxwedanên Geziyê tînin ziman. Parêzer piştre derbasî salona dadgehê bûn.
Di rûniştinê de tenê 5 rojnameger û parêzerên wan amade bûn. Serokê Heyeta dadgehe Alî Alçik, parastina rojnamegeran xwest û rojnamegerên serbest jî diyar kirin ku dê piştre parastina xwe bikin. Piştre parêzeran parastin kir û der barê rojnamegeran de daxwaza berdanê kirin. Destpêkê Prz. Ercan Kanar, diyar kir ku wî dixwest di demeke ku hemû rojnameger siyasetmedar azad in, girtin û binçavkirin tune ye de axaftinê bike, lê mixabin destûrê nadin vê yekê. Kanar xwest hemû rojnameger serbest bên beran.
Li bendê ye ku piştî parastina parêzeran heyet biryara navberê bide