Ji Milîsên KGO çalakî
Ji Milîsên KGO çalakî
Ji Milîsên KGO çalakî
Milîsên MLKP/KGO li Stenbolê çalakiyek li dar xistin û 20. salvegera damezirandina xwe pîroz kirin. Ciwanên komunîst her wiha şervanê MLKP’ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da silav kirin.
Milîsên MLKP/KGO ên li Taxa 1’ê Gulanê ya girêdayî Ataşehîr kom bûn, bi çalakiyekê 20. salvegera xwe pîroz kirin. Ciwanên komunîst her wiha şervanê MLKP’ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn.
Milîsên KGO ên rê bi molotofkokteylan li trafîkê girtin bang li gel û ciwanan kirin da ku di nav refên MLKP û KGO de xwe rêxistin bikin.
Milîsan sonda, "Wek şervan û milîsên nebez ên MLKP û Rêxistina Ciwanan a Komunîst em ê di şopa Serkan Tosun û Paramaz Kizilbaş de bimeşin” dawî li çalakiya xwe anîn.