Ji meşa gerîla çend not

Ji meşa gerîla çend not

Du komên gerîla, di 14-15'ê Gulanê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê welêt bûn. Der heqê hest û nêrînên wan ên li ser pêvajoyê û dema vekişînê de, em bi herdu komên derbasî Başûrê Kurdistanê bûn re axivîn.

Gava demjimêr 12'ê Gulanê nîşan dida, KCK'ê ji endamên çapemeniyê re ragihandin ku ji bo şopandina komên gerîla yên vedişin, dikarin di 13'ê Gulanê de biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê.  Roja din, lli gel barana dijwar jî, koma yekemîn saet di 6.30'an de xwe nîşan da. Bêguman aktorên herî girîng ên vê pêvajoyê, gerîlaye. Ew, di şûna vekişînê de dibêjin meşa çareseriyê.

Koma yekemîn a ji Bakurê Kurdistanê vekişiya ji 6 gerîlayên jin û 9 gerîlayên mêr pêk dihat. Ji eyaleta Wanê dihatin û meşa wan 7 rojan dewam kiribû. Fermandarê komê Cegerxwîn Firat weha behsa bihîstina vekişînê dikir; "Me nûçeya destpêkê ji radyoya TRT'ê girt. Ya rast, em ji biryareke bi vî rengî re ne amade bûn, matmayî man. Me destpêkê gotin dibe ku ev propaganda şerê psîkolojîk be. Li ser vê me gelekî nîqaş meşandin. Ji ber ku me xwe ji bo şerê şoreşger ê gel amade dikir, ku di sala 2012'an de destpê kiribû. Tevahiya zivistanê me pratîka salê nirxand û ji bo pêşvebirina şer, me perwerdeyek dorfireh dîtin."

Gerîlayên ku bi biharê re xwe ji bo şerekî mezin amade dikir, reaksiyona wan a li hemberî biryara "vekişînê" ne normal bû. Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan di roportajeke xwe ya beriya vekişînê de diyar kiribû ku pêwistî bi qanihkirina gerîla heye. Destpêka pêvajoyê, yek ji fermandarên koma gerîl Savûşka Sêrt, weha rave kir: 

"Em ji pêvajoyeke bi vî rengî re ne amade bûn. Gava me bihîst, destpêkê me baş fêm nekir. Gelek hevalên me hebûn ku nedixwestin bihata. Ya rast ne tiştekî hêsan bû. Me bi dehan hevalên xwe li wê axê şehîd dan. Amadekariyên me li ser şerekî giran ê sala 2013'an bû û di pêvajoyeke bi wî rengî de biryara vekişînê, bandora şokê li ser me kir. Lê piştî ku tevgera me biryara vekişînê ji me re şand, em qanih bû ku vekişin."

DI VEKIŞÎNÊ DE ROLA OCALAN

Di pêşvebirina pêvajoyê de bêguman rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Komên yekemîn û duyemîn, der heqê rola Ocalan de ev xala hevpar destnîşankirin; "Eger biryara Rêbertiyê nebûya û rêxistina me ferman nedabûya, vekişîn qet çênedibû."

Ev biryara vekişînê û destpêkirina têkoşîna siyaseta demokratîk di nava gerîla de bi dorfirehî hat nixandin û rêveberiya rêxistinê bi radyo û navgînên din ên ragihandinê, rê û rêveçûna pêvajoYê bi hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistanê re parve kir. Ji koma yeekmîn Berwar Şervan van gotûbêjan weha vedibêje:

"Bêguman me gava ev nûçe destpêkê bihîstin, me got kesîn peymanek heye. Lê dûre me fêm kir ku ti peyman tineye. Wê demê me pirsî, di berdîla çi de em vedikişin. Berî niha di sala 1999'an de vekişîn çê bûbû û dewleta Tirk ti gav neavêtibû. Cihê me dûr bû û ji ber şert û mercen zivistanê haya me ji rêxistinê tinebû. Me ji rêxistinê xwest, bersivê bide van pirsên me. Li gel her tiştî jî, biryarên rêxistinê û fermanên Rêbertiyê li gel me tê bicih anîn. Em jî li gorî vê tevgeriyan. Ya rast, em ji xwe, ji rêxistina xwe, ji Rêbertiya xwe bawer in."

HERKESÎ DIXWEST DI VEKIŞÎNÊ DE BIBE YÊ-A DAWÎ

Li dû biryarê, koma yekemîn dest bi amadekariyan kir. Lê vê carê jî herkesî dixwest bibe ya dawî. Ji ber vê yekê, avakirina koma yekemîn a vekişînê zehmet bû. Yên hatin gotin "Me nedixwest di komê de bê. Vekişîna ji Bakur gelekî zor bû. Eger pêvajo nemeşe û rewşeke nû biqewime, me dixwest li Bakur bin."

Li gel vê rewşê jî koma yekemîn a ji 15 gerîlan ji eyaleta Wanê ket ser rêya Başûrê Kurdistanê. Tevî ku meha biharê ye jî, li gelek deverên Kurdistanê hînê berf heye. Derbaskirina çiyayên bilind û dijwar, di van şertên zivistanê de zor e..

KCK'ê di daxuyaniya xwe ya 25'ê Nîsanê de destnîşankiribû ku eger li dijî gerîlayên vedikişin êrişek were kirin, wê pêvajoya vekişînê bisekine û gerîla bikeve rewşa parastina rewa. Komên vekişiyan dan xuyakirin, ku ji bo rewşeke weha rû nede, ew gelekî bi disîplîn tevgeriyane. Gerîlayan diyar kirin ku ew bi şev meşiyan û gotin, "Me li hin cihan cerdevan dîtin. Di nava tevgerê debûn. Ji bo em neyên pêşberî hev, me rêya xwe dirêjkiirn. Ji ber van astengiya rêya 4 rojan me di 7 rojan de qedandin."

Koma duyemîn a gerîla jî destnîşan kir ku ew bi heman hesasiyetê tevgeriyane û got, "Ji bo pirsgirêk dernekeve, me rêya 5 rojan, di 9 rojan de temam kirin. Li hin cihan liv û tevgera leşker û cerdevanan hebûn. Ji bo em neyên pêşberî hev, me rêya xwe dirêj kirin. Ev jî bû sedem ku dereng xwe bigihînin Başûr."

Gerîlayan dan xuyakirin, ku Heron her tim li ser wan difiriyan û anîn ziman ku wan meşeke dîrokî pêk anîne. Gerîlayên ji herdu koman, hestên xwe yên derketina ji Bakur weha anîn ziman: "Bakur ji bo têkoşîna me, qadeke gelekî girîng e. Têkoşînê li wir destpê kir. Me fermandarên xwe yên destpêkê li vê axê şehîd dan. Ji xwe gel ji me re digotin, hûn çima vedikişin, gelek fikar û gumanên wan jî hebû. Gava me ji wan re gotin, ev biryara Rêbertiyê ye, ew jî qanih dibû. Dîsa jî veqetîneke bi vî rengî gelekî zor da me."

Yek ji fermandarên gerîla Cegerxwîn Firat destnîşan kir, ku heta Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd azad nebe, ew dest ji çekan bernadin û HPG wê her tim berpirsyariya xwe ya parastina gel bicih bîne.