Ji Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê hişyariya 'fezlekeyê'

Ji Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê hişyariya 'fezlekeyê'

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) pişti daxuyaniya Serokwezîrê Tirk ya di derbarê rakirina destnedayîna Parlementerê BDP'ê de civîn pêk anî û diyar kir ku, fezlekeyên ji meclîsê re hatine şandin li dijî pîvanên demokrasiyê ye. Endamê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Gençay Gursoy destnîşan kir ku, Serokwezîr Erdogan wekî ku ji kurdan xêr neyê li dijî kurdan biryar girtiye.

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) derbarê destnedayîna parlamenterên BDP'ê û fezlekeyên ku ji meclîsê re hatine şandin de daxuyanî da çapemeniyê. Meclîsê li Otela Taksim Hillê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de endamên TBM'ê Hakan Tahmaz, Hunermed Deniz Turkalî, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Meryem Koray, Nivîskarê Îslamî Yavuz Delal, Ji misilmanên Antî-Kapîtalîst Sedat Dogan, Hunermed Sevinç Altay û gelek kesên din amade bûn. Gelek siyasetmedarên din ji piştgirî dan daxuyaniyê.

Li ser navê meclîsê Hakan Tahmaz daxuyanî xwend û diyar kir ku, armanca civîna wan li hemberî pirsgirêka Kurd şiyarbûn û hestyariyekê ava bikin û wiha got: "Tirkiye carek din ber bi aloziyan ve pêş dikeve. Piştî gireva birçîbûnê dîsa hêviya aştiyê pêş ket, lê hêj ev hêvî geş nebû niha dixwazin destnedayîna parlamenteran rakin. Divê êdî teqez ji bo aştiyê muzakere destpê bikin. Divê deqez pirsgirêka Kurd bi riya diyalog û muzakereyê destpê bike. Divê deqez gavên aştî û çareseriyê bên avêtin. Em dê dê di 1'ê Kanûnê di demjimêr 17.00'an de ji Qada Tunelê heta Taksîmê meşekê pêk bînin.

'BI ŞERKIRINA LI HEMBERI GELÊ KURD PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'

Meryem Koray jî xwest pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe û wiha got: "Bi gotinên tuj û tundiyê pirsgirêk çareser nabe. Di dîroka Tirkiyeyê de hewldanên bi vî rengî encam negirtiye. Divê êdî dest ji şerê bi kurdan re berdin. Daxwazên gelê Kurd hene. Divê ev daxwazên wan bi wan re bên muzakerekirin û bi hev re bê çareserkirin."

Prof.Dr. Gençay Gursoy ji bertek nîşanî helwesta Erdogan da û wiha got: "Êdî hedefa Serokwezîr Erdogan Pergala Serokatiyê ye. Êdî dizane ku ji kurdan deng nastîne. Divê êdî her kes li hemberî van polîtîkayen şer bi hevre tev bigere û têbikoşe."