Ji MDAE bernameya 6 mehan a çalakiyan!

Ji MDAE bernameya 6 mehan a çalakiyan!

Desteya Rêveber a Meclîsa Demokratî û Aştiyê ya Ewropayê (MDAE) civîna xwe ya yekemîn lidar xist û bernameyek çalakiyan a 6 mehan diyar kir. 

Desteya Rêveber a Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê (MDAE)ku ji nûnerên Çerkez, Laz, Rûm, Asûrî, Ermenî, Kurd, çepa Tirkiyeyî, Elewî û Êzidiyan pêk tê, civîna xwe ya yekemîn duh li bajarê Elmanya Kolnê li komeleya Mala Kurdan lidar xist. 

Desteya Rêveber bi mijarên; kar û barên komîsyonan, plansaziya 6 mehan û pakêta AKP'ê civiya û gelek biryar stend. Di civînê de biryar hat dayîn ku 7 komîsyonên hatine avakirin lezê bidin xebatên xwe û civîna meclîsê ya berfireh ku 2 mehan carekê dihat ldiarxistin, 6 mehan carekê pêk were. Di civîna ku plansaziya 6 mehan a saziyê hat derxistin de, rewşa li Tirkiye û Ewropayê jî hatin nirxandin. Di civînê de rexne li 'pakêta demokrasiyê' ya AKP'ê hat kirin û ev yek weke helwesteke mijûlkirin û taktîka hilbijartinê hat nirxandin.

ÇALAKIYÊN 6 MEHAN ÊN MDAE

Bernameya 6 çalakiyên 6 mehan a ji civîna desteya rêveber derket jî wiha ye:

* Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ji aliyê MDAE ve were morkirin.

* Kampanya ciwanan a li dijî leşkeriya bi zorê, bê destekkirin.

* Ji meşa li dijî qedexeya PKK'ê li Elmanyayê, ku di 16'ê Cotmehê de li Berlînê tê lidarxistin, piştgirî were dayîn.

* Ji çalakiya 1. salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a li Parîsê re, beşdarî û piştgirî were dayîn.

* Li bajarên mîna Parîs, London, Berlîn, Bruksel, Den Haag, Viyana, Zurich, Kopenhagen, Stockholm, Stûttgart, Frankfûrt, Koln û Hambûrgê, di nava 6 mehan de panêl werin lidarxistin.

* Di salvegerên komkukjiyên ji 1915'an heta Roboskî de, çalakiyên hevpar bên lidarxistin.

* Di meha Sibatê de ji bo raya giştî ya Ewropayê konferansek were lidarxistin.

* Ji meş û mîtîngên 12'ê Cotmehê yên ji bo piştgiriya Rojava li bajarên Elmanya Stûttgart, Dusseldorf û Bîelefeldê beşdarî were kirin û çalakiyên piştevaniya bi Rojava re werin rêxistinkirin.

* Kampanya azadî ji girtiyên Taksîmê re, bê destekkirin.

* Endamên MDAE li her cihê lê ye beşdarî çalakiyên 1'ê Gulana 2014'an bibin.

* Di rojên şînê yên 2'ê Tîrmehê yên Komkujiya Madimak-Sêwasê de, protestoyên hevpar bên rêxistinkirin.