Ji LGBTÎ’yên Ewropayê ji bo Parîsê bang

LGBTÎ’yên Ewropayê ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dgoan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hate qetilkrin, banga tevlîbûna meşa ku wê 6’ê Çile bê lidarxistin kir.

ji bo yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dgoan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hate qetilkrin, wê li 6’ê Çile li Parîsê meşe û mîtîng bê lidarxistin. Ji bo mîtîngê ji Însyatîfa Lûbûnya Ewropa a ji tevna piştgirî û rêxistinkirina LGBTÎ yan ne banga tevlîbûnê hate kirin. Însyatîfa ku bi şîara “Zarokên Bûkabaranê banga tevlîbûna meşa Qetlîama Parîsê ya sala 5’an dike!”  hat diyarkirin bi kuştina bi gûman a Omer Guney tê wateya nixûmandina rûyê qetlîamê yê navxweyî û tevna organîzasyona rêxistina sîxûriyê.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her cûre qetlîaman şermezar dikin û wiha hate gotin: “Em weke koçber û LGBTÎ’yên ku qetlîam li ser hatine kirin banga tevlîbûna meşa hesabpirsînê ya sala 5’an a qetlîamê dikin.”