Ji Konseya Parîsê ji bo sê jinên Kurd biryara tabelayê

Ji Konseya Parîsê ji bo sê jinên Kurd biryara tabelayê

Konseya Parîs (Meclîsa Bajêr), biryar girt ku li kolana La Fayette ya sê jinên Kurd ên şoreşger di 9’ê Çileya 2013’an de lê hatin qetilkirin tabelayekê daliqîne.

Li ser pêşniyara Europe Ecologîe/ji koma Keskan Yves Contassot hilbijartiyên Keskan Konseya Parîsê ji bo bîranîna sê jinên Kurd, di 29’ê Îlonê de bi bi piraniya dengan biryara daliqandina tabelayê wergirt.

Konseya Parîsê, biryar girt li numaraya 147 ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez biryara daliqandina tabelayekê wergirt.  Der barê wê tabela kengî bê daliqandin de agahî nehatin wergirtin.