Ji Konferansa Ciwanan biryarên girîng
Ji Konferansa Ciwanan biryarên girîng
Ji Konferansa Ciwanan biryarên girîng
Di Sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd de, piştî nîqaşên berfireh, têkildarî çar perçeyên Kurdistanê û yekîtiya kurdan biryarên girîng hatin girtin. Di konferansê biryara têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin.
Her wiha biryar hatin girtin ku ji bo pêkhatina kongreya netewî, parastina destkeftiyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, avakirina sîstema zanîngehan û avakirina hikûmet û parlamentoyê li Rojava têkoşîn bê meşandin û li ser partiyên siyasî zext bêne meşandin. Her wiha li dijî êrîşên Îranê yên li ser ciwanên kurd û êrîşên li ser jinan jî biryara têkoşînê hate dayîn.
Di Sêyemîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku li bajaroka Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê dom dike de, di roja sêyemîn de piştî nîqaş û nirxandinên berfireh li ser gelek mijaran biryarên girîng hatin girtin. Di encama nîqaşên ku 3 rojan dom kirin de ev biryar hatin girtin:
1 - Divê hemû ciwanên kurd li ser hêzên siyasî yên Kurdistanê zextan çêbikin daku kongreya netewî bê lidarxistin.
2- Divê destkeftiyên Kurdistana federal û yên Rojavayê Kurdistanê bêne parastin û xwedî lê bê derketin. Hemû hêzên Kurdistanê bêyî ku bikevin nava siyasetên hizbî pêwîst e piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê. Ew partiyên ku li gorî berjewendiyên hêzên nav-dewletî û herêmî kar dikin em şermezar dikin.
3- Lijneya Pispor a Leşkerî ku YPG jî di nav de cih digire û girêdayî Desteya Bilind a Kurd e, pêwîste aktîf bibe.
4- Desteya Bilind a Kurd îradeya siyasî a gelên Rojava ye. Pêwîste çar parçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidinê û rewa bibînin. Divê herdu encumenên li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku Desteya Bilind aktîf bibe rola xwe bilîzin. YPG jî wekî ku Desteya Bilind pejirandiye girêdayî lejnaya pispor e û hêza rewa ya parastina gelên Rojavayê Kurdistanê û li cihên Suriyê yê nku Kurd lê jiyan dikin e.
5- Pêwîst e bi piştgiriya hemû hêzên Kurdistanê sîstema zanîngehan li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin. Ji bo perwerdeya zimanê kurdî jî bingeha heyî bê xurtkirin.
6- Em bang li ciwanên ku ji ber sedemên aborî, ewlekarî û hwd. koçber bûne dikin ku vegerin û di nava şoreşê de cih bigirin.
7- Ji bo ku rejîma Baas bê rûxandin em bang li hemû sazî û dezgehên kurdan dikin ku bi riya ragihandin û aboriyê zextan çêbikin û aktîf têbikoşin.
8- Em bang dikin ku bi beşdarbûna hemû hêzên siyasî yê Rojavayê Kurdistanê di demeke herî kurt de di bin alekê de hikûmet û parlamento bên avakirin.
9- Em wekî ciwanên Kurdistanê hêzên çekdar ên ku di bin sîwana Lijneya Pispor a Leşkerî ya Desteya Bilind a kurd de cih nagirin rewa nabînin. Hewldanên bi vî rengî helwestên dijminane ne, li dijî berjewendiyên gelê kurd in.
10- Em hêzên siyasî yên kurdan ên ku ax û erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê dikin mijara bazarê, şermezar dikin û vê mijarê wekî xala sor ya xwe dibînin.
11- Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê nirxekî gelê Kurdistanê ye. Pêwîst e destkeftiyên vê şoreşê ji aliyê hemû ciwanên Kurdistanê ve werin parastin.
12- Em wekî ciwanên Kurdistanê bi çi şêwazî dibe bila bibe, ji aliyên hêzên derve ve destwerdana li ser Rojavayê Kurdistanê wekî dagirkirina Kurdistanê dibînin û li hemberî vê têkoşîn dikin.
13- Em wekî ciwanên Kurdistanê ji bo azadiya yek ji Rêberan Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyen zindanan têkoşîn dikin û vê yekê wekî erkekî exlaqî dibînin. Em wekî ciwanên kurd piştgiriyê didin pêvajoya ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
14- Hemû partiyên siyasî pêwîst e ji hêz û enerjiya ciwanan sûd werbigirin û pêwîste ciwan jî di nava partiyan de rola pêşengatiyê bilîzin û bingeha xwe xurt bikin.
15- Em wekî ciwanên kurd, di bin navê ol, mezheb û bîrdoziyên biyanî de arastekirina ciwanan şermezar dikin.
16- Em di pêvajoyeke pir hestiyar re derbas dibin, divê ciwanên kurd di vê pêvajoyê de rola xwe ya pêşeng bilîzin.
17- Em wekî ciwanên kurd li hemberî polîtîkayên rejîma Îslamî ya Îranê hişyarkirina ciwanan weke erkekê dibînin. Em li hember kuştin, darvekirin û bêhişkirina ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, di warê çandî, siyasî de û ji bo demokratîzekirinê têdikoşin û li ber xwe didin.
18- Em wekî ciwanên kurd ji bo Kurdistaneke demokratîk li hember zîhniyeta pîrsalari (jerontokrasi) û baviksalarî têkoşin dikin.
19- Divê em wekî ciwanên kurd ji bo pejirandina destûreke parlamenterî û demokratîk a bi rêya referandûmê li Başûrê Kurdistanê bikevin nava hewldanan.
20- Em wekî ciwanên kurd li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst û sermayedarî têdikoşin û ji bo pêşxistina çanda kurdayetî, civakeke exlaqî û polîtîk kar û xebat dikin, her wiha modernîteya demokratîk pêş dixin.
21- Pêwîst e bi tu şêweyî şerê navxweyî neyê dûbarekirin, hemû alî şerê birakujiyê şermezar bikin û li hemberî vê yekê rawestin.
22- Li hemberê qirkirina jinên ciwan û êrîşên wekî, “recim, darvekirin, fuhuş, berdêl, duzewac, di temenê biçûk de zewicandin û sîxe li Îranê” yên li hemberî hemû jinan, wê têkoşîn bê dayîn û ji bo azadiya jinê têkoşîn bê kirin.
23- Em wekî ciwanên kurd komkujiya Parîsê şermezar dikin. Hersê hevalên jin (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) û jinên kurd ên wekî Leyla Qasim wekî pêşengên jinan dibînin. Dewleta Feransayê heta bûyer bê zelalkirin em wekî berpirsyar dibînin.
24- Banga me ji bo hemû hêzên navnetewî ewe ku kîmyabaran û enfal wekî “Roja qirkirinê ya cîhanê” were naskirin û 16'ê Adarê jî wekî “Roja jenosida navnetewî” bê pejirandin.
25- Em wekî ciwanên kurd ji bo ku navçeyên ji Başurê Kurdistanê hatine veqetandin bi ser Kurdistanê ve bê girêdan û madeya 140’an a Destûra Bingehîn a Iraqê were pratîzekirin, têkoşîn dikin.
26- Em wekî ciwanên kurd ji vê konferansê cudatir, pêkanîna konferanseke din a bi navê sêyemîn konferansa ciwanan bi tu awayî rewa nabînin û hewldanên bi vî rengî şermezar dikin.
27- Em her cure êrîşên weke êrîşa li Şengalê ya di 15’ê Tîrmeha sala 2007’an de pêk hatiye û êrîşên li ser kêmnetewên wekî Êzîdî, Elewî û Asûrî şermezar dikin.
28- Ger ku di nava salekê konfederasyona ciwanan neyê pêk neyê, em biryar digirin ku 4’emîn Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd li Ranyayê were lidarxistin.