Ji KON-KURD'ê ji bo tevlîbûna Mîhrîcana Zîlan bangawazî
Ji KON-KURD'ê ji bo tevlîbûna Mîhrîcana Zîlan bangawazî
Ji KON-KURD'ê ji bo tevlîbûna Mîhrîcana Zîlan bangawazî
Konfederasyona Komeleyên Kurd a Ewropa (KON-KURD), ji bo 9. Mîhrîcana Jin a Zîlan a li Bajarê Dortmund Elmanya ji aliyê Buroya Jin a Cenî-Kurd tê organîzekirin banga tevlîbûna girseyî kir.
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku 9. Mîhrîcana Jin a Zîlan di pêvajoyeke pirr girîng de tê lidarxistin ku di vê pêvajoyê de di serî de ji bo jinan, ji bo gelê Kurd û tevayî gelên Kurdistan-Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşketinên ku çarenûsê diyar dikin hene. Di daxuyaniyê de behsa girîngiya pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de da destpêkirin tê kirin û wiha tê gotin, “Zilm, mêtingerî û serweriya pêkhateyên desthilatdariyê yên bi zîhniyeta bi serweriya zilam hatine avakirin li Kurdistan û Rojhilata Navîn êdî ketine pêvajoya hilweşînê.”
Di daxuyaniyê de têkildarî berxwedana Parka Gezî û bi vê ve girêdayî çalakiyên li tevayî Tirkiyeyê belav bûn tê gotin ku ev ne bûyereke ji ber xwe ve rû daye, di encama keda jin û gelên li ber xwe didin de pêk hatine.
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Di serî de têkoşîna Zeynep Kinaci (Zîlan) ku mîhrîcan li ser navê wê tê organîzekirin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û ya têkoşîna jinên Kurd ku ev 30 sal in berdêlên pirr mezin didin rê li ber van pêşketinan vekirine. Bi wesîleya ku şehadeta salvegera Zeynep Kinaci nêz dibe em careke din di şexsê Zîlan, Viyan, Şîlan, Şîrîn Elemhulî, Sara, Rojbîn ve Ronahiyan de tevayî jinên ji bo azadiya gelê me û gelên me berdêl dane û jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bi bîr tînin."
KON-KURD’ê da xuyakirin ku bi şîara "Kurdistana Azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk” pêwîst e wek beşên civakê yên bindest, yên mafê wan tên xwarin li ser esasê yekîtiyê têkoşîn were pêşxistin. KON-KURD’ê di daxuyaniya xwe de got ku divê ji 9. Mîhrîcana Jin a Zîlan a diyarî sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatiye kirin bi awayekî bi hêz xwedî lê were derketin û di serî de tevayî federasyon û komeleyên girêdayî xwe û endamên xwe bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê kir da ku tevlî mîhrîcanê bibin.