Ji Komeleya Jinan a Ceren bo Rojava alîkarî
Ji Komeleya Jinan a Ceren bo Rojava alîkarî
Ji Komeleya Jinan a Ceren bo Rojava alîkarî
Komeleya Jinan a Ceren bi pêşengiya Şaredariya Kayapinarê bi armanca piştgiriya gelê Rojava li baxçeyê avahiya şaredariyê yê xizmetê standa xwarinê vekirin. Standa xwarinê ya ku dê 10 rojan berdewam bike, hemû dahatuya wê dê ji gelê Rojava re bê şandin.
Komeleya Jinan a Ceren ku der barê jinan de xebat dimeşîne, bi armanca piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê di baxçeyê avahiya xizmetê yê şaredariya Kayapinarê de standa xwarinê vekir. Di roja yekê ya standê de xwebatkarên şaredariyê û gelê derdor eleqeyek mezin nîşan dan. Dê dahatuya standa ku 10 rojan dewam bike hemû bê komkirin û ji gelê Rojava re bê şandin.
Xebatkarên Komeleya Jinan a Ceren di daxuyaniya xwe ya der barê standê de diyar kirin ku bi armanca ji bo azadiya gelê Rojava û bi teybet jî ji bo azadiya jinan û xebatên wan yên xwedî derketina li rûmeta xwe, dest bi alikariyê kirine.. Wê hemû dahatuya standê ji gelê Rojava re bê şandin.