Ji Komalên Ciwan berteka komkujiya Enqereyê

Koordînasyona Komalên Ciwan der barê komkujiya Enqereyê daxuyaniyek tund weşand. Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku dewleta Tirk û DAIŞ heman tişt in.

Koordînasyona Komalên Ciwan der barê komkujiya Enqereyê daxuyaniyek tund weşand. Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku dewleta Tirk û DAIŞ heman tişt in.

Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniya der barê komkujiya Enqereyê de got komkujiya bi destê AKP-DAIŞ’ê pêk hat wê tola wê bê rakirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê hewldanên aştiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxistiye, komkujiyan didomîne.

‘EM TI ÊRÎŞAN BÊ BERSIV NAHÊLIN’

Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de got: “Ev êrîşa her çiqasî li hember tevahî mirov û saziyên berxwedêr, tepisandinê armanc dike jî di cewher de mîsoger e komployek dewletê pêk aniye. Bi axaftinek din, ev berdewama komploya 99’an e… Ji ber vê jî kî di pişt vê êrîşê de be bila bibe, ev mijar ji aliyê me zelal e: êrîşên pêk tên berdewama êrîşên komploya li hember Rêbertiya me ye! Rêber Apo û gelê me, ji bo tevgera ciwanan xeta sor a esasî ye. Em ti êrîşan bê bersiv nahêlin.”

Koordînasyona Komalên Ciwan di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê ciwan li hember komkujiya bê deng nemînin û bersiva pêwîst bidin hêzên komkujer.

JI CIWANAN RE BANGA SERHILDANÊ

Di daxuyaniyê de ev bang li ciwanan tê kirin:

“Çawa ciwanên Kurd ên berî me li cihê xwe rûnenişt, bi serhildanan komplo vala derxist, di pêvajoya şoreşê de, pêwîst e bi çalakiyên mezintir ve ji pêvajoyê re em bibin bersiv. Ciwanên şoreşger heta koka faşîzmê zuha nekin, bila bê zanîn ku wê van êrîşana li hember gelê me û hêzên demokrasiyê berdewam bikin. Ji ber vê, heta ev dewleta xerabûyî ya faşîst û Hîtlerê nûjen Erdogan neyê şewitandin û bi erdê ve nebe yek, ji ciwanên welatparêz û şoreşger re rehetî tuneye, rawestîn tineye. Wek berxwedana Gezî, wek berxwedanên Kobanê, em ê her derê li AKP û faşîzmê teng bikin. Ciwanên ku dibêjin, “Ez sosyalîst im, ez muxalîf im, ez Kurd im, ez dijî kapîtalîzmê me” di destê we de çi hebe, çekên me; pênûs, kevir, kêr me çi dît wê bibe amûrê me yê berxwedanê, pêwîst e hewldanên me yên parastinê çêbibe. Divê bi dirûşma “li her derê berxwedan” ve ji dîktator RTE hesab bê xwestin! Ji bo tola gel rake, em bang tevahî ciwanan dikin dakevin qadan, rabin serhildanê!”