Ji Koma Çarşi 2 kes hatin girtin
Ji Koma Çarşi 2 kes hatin girtin
Ji Koma Çarşi 2 kes hatin girtin
Li çarçoveya operasyona li hemberî berxwedêrên Taksîmê de ji 20 alîgirên hatibûn binçavkirin de 2 kes hatin girtin.
Li hemberî berxwedêrên Taksîmê operasyon pêk hatin û di encama operasyonan de 20 alîgir hatin binçavkirin û duh derxistin Edliyea Stenbolê ya Çaglayanê.
Ji alîgiran 15 heb piştî lêpirsîna dozgeriyê hatin berdan. Lê dozgeriyê ji 15 kesê serbest hatin berdan der barê 7 heban de kontrola edlî xwest.
Halîl Îbrahîm Erol, Numan Bulent Ergenç, Îbrahîm Halîlullah Turan, Guray Sezmen û Cem Yakişkan jî bi sûcdariya ‘endamê rêxisina sûcin’, ‘zirar dayîna malê cemawerî’ sewqî dadgehê kirin.
Halîl Îbrahîm Erol û Îbrahîm Halîlullah Turan jî hatin girtin.
Numan Bulent Ergenç, Guray Sezmen û Cem Yakişkan bi 50 hezar TL kefalet hatin berdan.