Ji KNK’ê li Avusturya dîplomasiya Rojava û Şengalê
Ji KNK’ê li Avusturya dîplomasiya Rojava û Şengalê
Ji KNK’ê li Avusturya dîplomasiya Rojava û Şengalê
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar di çarçoveya organîzasyona Federasyona Komeleya Kurd a Avusturyayê FEYKOM’ê de li Viyana hevdîtinên bi mijara Rojavayê Kurdistan û Şengalê pêk tîne.
Xebatên dîplomasiyê yên KNK’ê li Avusturyayê du roj in germ derbas dibin. Guhertina ji nû ve ya di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropa û pêvajo û hevdîtinên aştiyê yên di navbera PKK û dewleta Tirk de berdewam dikin, di nava mijarên hevdîtinên dîplomatîk de cih digrin.
Di vê çarçoveyê de bi Serokê Koma Parlamentoya Neteweyî ya Partiya Demokratîk a Sosyalîst a Avusturyayê Andreas Schîeas, Parlamenterê Berdevkê Derve Chrîstîne Muttonen û berdevkê Komîsyona Derve ya Parlamentoyê Josef Cap re hevdîtin pêk hatin.
Dîsa bi Parlamenterê Partiya Kesan Peter Pilz û Parlamentera Kurd Berîvan Aslan re jî hevdîtin pêk hatin.
Hat diyarkirin bi heyeteke Wezareta Derve re jî mijarên alîkariya însanî hatin nîqaşkirin.