Ji KJB’ê bo mîhrîcana Zîlanê bang

Ji KJB’ê bo mîhrîcana Zîlanê bang

Koordînasyona KJB’ê daxuyaniyek nivîskî da û banga tevlibûna 9’emîn Mîhrîcana Zîlan a li Amanyayê pêk tê kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin  mîhrîcana ku dawiya vê hefteyê dê pêk were, diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez tê kirin û wiha hate gotin: “Têkoşîna me her tim ji Berîvanan, Bêrîtanan, Zîlanan, Semeyan û Gulanan hêza xwe girtiye û heta îro htaiye. Hevala Zîlan di felsefeya Serokatiyê bû sembola sekn, hişmendî sek azadiya jinê û çalakiya  xwe. Hevala Zîlan di xeta azadiyê de ji tunebûnê, ji nûve vejiyaye. Hevalên wek Zîlan Sema û Gulanê di têkoşîna mde di xeta serokatiyê de di jiyana watedar de israr dkiriye û wek xeta me ya fedayî xwe daye jiyîn.  Di avabûna dîrokeke wisa de  hevala Sara Sakîne Cansiz ku hevala destpêka têkoşînê, yek ji pêşenga Kardroya PKK û pêşendan têkoşîna azadiya jinê  roleke girîng lîstiye. Di esasê de em hevala Sakîne Cansiz, Fîdan Doran û Leyla Şaylemez û hemû şehîdên şoreşger yên Kurdistanê bibîrtînin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku mîhrîcan di heman demê de helwesta gelê kurd yê li Ewropayê dijî a li hemberî têkoşîna azadiya kurd e û  hate destnîşan kir ku gelê kurd yê li Ewropayê djî li dijî polîtîkayên rizandinê, bê nasnamebûnê û bê çandiyê ya ku Ewropa ferz dike, ji bo azadiya xwe, nirx û nasnameya xwe israr dike.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li Dora hevala Sakîne, Fîdan û Leyla, di qadî qada Kurdistan û Rojhilata navîn di qada cîhanê de piştevanî û yekitiya jinan zêde dibe. Ev helwesteke pir bi hêz ya li dijî hêzên komploger û kujere.  Li dijî modernîteya kapîtalîst hevkariya têkoşîn û yekitiya jinê ye. Di sedsla 21’emîn de  li dijî pergala serdest, modernîteya demokratîk a bi pêşengiya jinê mizginiyê dide. Hemû jinên kurd yên li Ewropayê dijîn vê hişmendî û têkoşînê bilind dikin.

Jinên kurd yên li Ewropayê dijîn, dê bi vê biryar û rûhî xwedî lê derkevin. Em bang li hemû kesî dikin ku bi vê  ruhê yekitî û piştevaniyê komkujiya Parîsê ronî bikin û hesab bipirsin.”