Ji Kirikkaleyê ji bo berxwedêrên Strasbourgê: Em ê bi ser bikevin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê de ne, nameyek ji berxwedêrên li Strasbourgê re şandin û diyar kirin ku wê teqez bi ser bikevin.

Name di serî de ji Gulîstan Çiya Îke, Dîlek Ocalan, Yuksel Koç ên li Strabourgê, Fadîle Tok a li Mexmûrê, Sûltan Yîgît ên li Awûstûryayê ji berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan re hate nivîsandin.

Di nameyê de 8'ê Adarê li berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan, her wiha li jin û dayikên li Ewropayê çalakiyan li dar dixin hate pîrozkirin.

'ZEXT Û BÊDERFETÎ WÊ NEBIN ASTENG'

Di nameyê de hate bibîrxistin ku ew ji 26'ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne û hate gotin, li gel şert û mercên giran ew berxwedana xwe didomînin.

Di dewama nameyê de hate gotin, "Tevî bêderfetî, zext û zordariyê jî biryardarî, coş, moral û motîvasyona me di asta herî bilind de ye."

Di nameyê de hate gotin, "Em ê li qada azadiyê ya Amedê bi Rêberê xwe re govenda Kurdistanê bigerînin."