Ji kesên li Tûzlûçayirê ji bo Qetlîama Sêwasê daxuyanî dan 3 destgîr kirin

Polîsan êrîş bire ser rêxistinên Elewî û demokratîk ên xwestin li ser Qetlîama Sêwasê daxuyanî bidin, 3 kes destgîrkirin.

Polîsan êrîş bire ser rêxistinên Elewî û demokratîk ên xwestin li Tûzlûçayir li ser 2’yê Tîrmehê Qetlîama Sêwasê daxuyanî bidin, 3 kes destgîrkirin.

Koma ki li pêşiya Mala Cemê a Dayika Fatma ya li Tûzlûçayirê hatin ba hev, polîs êrîşî wan kirin. Dema ku polîsan êrîş kirin, girseyê dirûşma ‘Dewleta qatil wê hesab dide’ qîrkirin.

Bi hinceta biryara walîtiyê çalakî hate astengkirin, polîs ketin mala cemê û 3 kes destgîrkirin.

Piştî êrîşa polîsan girseyê li Mala Cemê çalakiyeke ya bîranînê kirin û mala cemê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçêkirin.