Çelîk bal kişande ser vîna gel a ku di 7’ê Hezîranê de ji hêla AKP’ê û Erdogan ve nehatiye nasîn û wiha got: ‘’Ev salek e ku desthilatdariya AKP’ê û Erdodan gelek darbe li gel kirin. Kesên ku ev salek e her cure sepanîn dijdemokratîk pêk tînin îro li ser seran bûne hewariyên demokrasiyê. Zilamekî bi navê Melîh Gokçek ku li pişt hemû neqenciya derdikeve, yekî weke Erdogan banga demokrasiyiyê li me dike, Erdogan bang li me dike da ku em derkevin meydanan. Heta îro çi tiştek nema ku bi serê kesên ku derketine meydanan nekirin. Em bi rewşeke wiha çelexwehrî re hevrû ne.’’
Çelîk anî ziman ku li ser navê hêza demkokrasiyê AKP’ê duh banga kuçeyan li girseya xwe kiriye û wiha pê de çû: ‘’Di nêv wan de DAÎŞ’î jî hene. Li holê çi kesekî ku demokrasiyê diparêze nîn e. Di navbera du klîkên serdest de şerekî tund heye. Kesên ku ne demokrat in xwe wekî demokrat nîşan didin û dîsa operasyoneke şaşkirinê tê kirin. Li vê xakê hemû nakokî têra xwe tûj bûne. Rêveber ne xweyî zîrektiya rêveberinê ne û yên ku têne rêveberin jî ji bo vîna xwe nîşan nadin, em ê demên tije xwîn a şerê van klîkan bijîn.’’
Çelîk da zanîn ku divê gel li ser xeta demokratîk a vîna gel ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de derketibû bimeşin û gotina Abullah Ocalan a ku gotibû; ‘’Eger ku muzakere biqedin, mekanîka darbeyê wê sazkar be’’ bi bîr xist û wiha axivî: ‘’HDP ji 7’ê Hezîranê ve rêya çareseriyê nîşan dide.’’
Nivîvkar û rojnamevan Çelîk Erdogdû wiha anî ziman: ‘’Gelê ku Erdogan bang li wan kirî divê ji bo aştî, azadî, demokrasiyê derkevin kuçeyan. Divê destê xwe bide gelê Kurd. Heke rast demokrasîxwaz in ji ber tiştên ku ev saleke bi Kurdan dane jiyîn divê lêborînê bixwazin. Divê hay jê hebin ku banga demokrasiyê ya kesên ku mirov di jêrzemînan de şewitandine ne rast e. Divê qet giringî bi gotinên ne Erdogan û ne jî Gokçek bînin ku di nav hemû qirêjiyan de mane. Rêya ku gel tê re bimeşin rêya îradeya 7’ê Hezîranê, ya Geziyê ye.’’