Ji KCDK-E’yê peyama piştevaniyê ji bo gelê Îtalyayê

KCDK-E’yê ji bo gelê Îtalya ya ku di nava welatan de herî zêde ji koronavîrûsê bandorbûyî re peyama piştevaniyê şand.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê, di derbarê koronavîrûsê de ji bo gelê Îtalyayê peyama piştevaniyê şand.

‘DEM DEMÊ YEKITÎ Û PIŞTEVANIYÊ YE’

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev anîn ziman:

“Sîstema kapîtalîst mirovan ber bi bêdawîbûnekê ve dibe, pêşiya dermanên ku bê pêşxistin digre.

Koronavîrûsa ku li Ewropa belavbûyî li Îtalyayê jiyan xistiye di rewşek tevizînê de. Di serî de li Îtalya, Venedîk û Mîlanoyê li hemû welat biryara rewşa awarte girtine.

Em KCDK-E diyar dikin ku em li gel gelê Îtalya ya ku li hember şewbê di bin felaketek mezin de ne û em êşa wan parve dikin.

Li hemberî şewba ku li ser rûyê erdê jiyanê tehdît dike, bi destkeftiyên xwe pêwîste piştevanî û yekîtî bê berdewamkirin.”