Ji jinên DÎSK’ê banga mezinkirina berxwedanê

Ji jinên DÎSK’ê banga mezinkirina berxwedanê

Endamên Komîsyona Jinan a DÎSK’ê ya ji Amed, Enqere û Stenbolê hatin, tevlî nobeta sînor bûn.  Endama Komîsyonê Sînem Derya Çetînkaya diyar kir ku berxwedana Kobanê hemû nirxên mirovahiyê diparêze û ya herî girîng jî berxwedana jinê ye. Jinên DÎSK’ê ku tevlî zincîra mirovahiyê ya sînor bûn,  da zanîn ku ji bo jiyan û azadiyê divê piştevanî û berxwedan bê mezinkirin.

Komîsyona Jinan a DÎSK’ê duh êvarê li gundê Mehser bûn. Komîsyona ku ji 16 kesî pêk dihat îro saet di 10.30’an de li heman gundî daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Komîsyonê Sînem Çetînkaya daxuyanî da û diyar kir ku berxwedana Kobanê nirxên hemû mirovahiyê diparêzin û got: “DAIŞ çeteyek dijminê jinê ye. DAIŞ li her cihê ku dagir dike mafên jinan yên hatin qezenckirin tune dike û jinan li bazarên koleyan difiroşin. Em jî lidijî vê êrîşa faşîzan nikarin bêdeng bimînin.”

BANGA DERKETINA KOLANAN

Çetînkaya bal kişand ser girîngiya mezinkirina berxwedan û piştevaniyê û li dijî rawestandina polîtîkayên şer ên deshilatdariyê banga daketina kolanan kir.

LI SÎNOR ZINCÎRA MIROVAHIYÊ

Piştî daxuyaniyê jin tevlî çalakiya zincîra mirovahiyê ya gundê Mehserê bûn. Welatiyan destê hev girtin û ji bo şehîdên şoreş û azadiyê deqeyek rêz girtin.