Ji îstîsmargerê zarokan re daxistina sizayê bi navê “rewşa baş”

Eşkere bû ku li ser sizaya mamosteyê dibistana Îmam Hatîp Seyfedîn Tekîn ê ku ji ber destdirêjiya zayendî ya li ser zarokan tê darizandin daxistina bi navê “rewşa baş” hatiye pêkanîn.

Madeya daxistina sizayê ya bi navê “rewşa baş” ku di qetilkirina jinan de bûye sedemê nîşandana bertekekî mezin, ji bo îstîsmargerê zarok jî hate pêkanîn.

Mehkemeya mamosteyê cîrexor ê dibsitana seretayî a Fatîh Atatirk Îmam Hatîp û xoceyê dewreya fêrkariya Quranê ya mizgefta Burmali Mescîtê Seyfedîn Tekîn çêbû. Seyfedîn ku di 9. mehkemeya sizaya giran a Istembolê bi tawanê “Destdirêjiya zayendî li ser zarok û kes ji azadiya wî/ê bêpar hiştin”ê we hate darizandin û 30 sal sizaya girtîgehê lê hat birîn, derket holê ku bi daxistina sizayê ya bi navê ‘rewşa baş’ sizaya wî daxistine 28 sal 1 meh û 15 rojan.

NÊZÎKATIYÊN MEHKÛM “REWŞA BAŞ” HATE HESIBANDIN

Wexta ku ANF’ê yekemîn car nûçeya derbarê bûyera îstîsmarê ya bi sernavê “Xoceyê olî ku destdirêjiya zayendî li ser zarok kirî serbest hatiye hiştin!”, li gorî nûçeyê Tekîn bi salan û caran destdirêjî li ser zarokê mêr ê 14 salî yê bi navê B.A kiriye. Di îfadeya ku Tekîn daye polîs, rexmî ku bi eşkere gotiye ku destdirêjî kiriye lê piştî ku 10 mehan girtî maye di 7 Gulan a 2019’an hate darizandin û bi hinceta ku gumana rewê li ser nîne, bi şertê derneketina derweyî welat serbest hatibû berdan.

Di rûniştina ya biryardayînê ku li Istembolê pêkhat, heyeta mehkemê nêzîkatiyên Tekîn yên di pêvajoya darizandinê weke hincet nîşan da û rêbazê daxistina sizayê ya bi navê “rewşa baş” pêk anî. Li şûna 30 salî 28 sal 1 meh û 15 roj siza dane Tekîn û hate girtin.

PARÊZER KESKÎN BERTEK NÎŞAN DA

Parêzerê B.A’yê ku rûbirûyê destdirêjiyê bibû Eren Keskîn ku li hemberî biryara hatî dayîn îtîraz kiribû, destnîşan kir ku nabe ku ji bo tundiya li hember jin û destdirêjî kirina ser zarokan daxistina sizayê ya “rewşa baş” were pêkanîn. Keskîn ku wiha bertekê xwe nîşan daye: “Qey sizakar çi kiriye ku mehkeme ji bo wî qenaeta rewşa baş tîne” û got: “Em li wê derê behsa zilamekî dikin ku giştî jiyana zarokekê herimandiye. Ji bo kû dera wê daxistina sizayê ya rewşa baş tê pêkanîn? Rewşa baş xwe baş û bêguneh nîşandana li beramberî mehkemê ye? Ew rewşekî ku were pejirandin nîne. Divê mehkeme di wan mijaran de xwe lêpirsîn bike, ji ber ku berdewam xeletiyan dikin.”