Ji Însîyatîfa Gel a Kurdistanê bo meşên 30’yê Îlonê bang

Ji Însîyatîfa Gel a Kurdistanê bo meşên 30’yê Îlonê bang

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê ji bo meşa di 30’ê îlonê de li Amed û Wanê ku bi daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî ji kurdan re statu’ tê lidarxistin banga tevlibûna meşê li gel kir

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ji bo meşa di 30’ê Îlonê ya ku li Amed û Wanê bi daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî ji kurdan re statu’ tê lidarxistin banga tevlibûnê li gel kir. Însiyatîf di destpêka daxuyaniya xwe de 11’emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) silav kir û wiha got: “Têkoşîna Azadiya Kurd ku gelek destanên wê yên qehremantiyê hene û dîroka wê ya bi gelek bedelên mezin bi 11’emîn Kongreya PKK’ê kete pêvajoyeke nû.” Di daxuyaniya Însiyatîfê de hat gotin ku di pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk de Têkoşîna Azadiya Kurd û gelê kurd çi erk ketine ser milê wan hemû anîne cih û daxuyanî wiha berdewam kir: “Li hemberî van yekan amadekariyên şer û operasyonên qirkirina siyasî ya hikûmeta AKP’ê bê navber berdewamkirin.”  

KURD FAŞÎZMÊ QEBUL NAKIN

Însîyatifê bibîr xist ku hêj Tirkiye bi Makeqanuna 12 Îlonê tê rêveberin û wiha hat gotin: “Ji bo kurdan wateya vê Makeqanunê tenê berdewamkirina pêkanîna Plana Şark Islahat e. Yanî qirkirin û pişaftin e. Êdî kurd ev Makeqanuna mêtinger û faşîzan qebûl nake. Gelê kurd di Kurdistana Xweser de dixwazin bi Rêber Apo re bi awayeke azad bijîn û dixwazin ku ew yek jî di Makeqanunê de bê parastin. Kurd dixwazin ku xwe bi rêve bibin, bi nasname xwe û bi hemû mafên xwe di nava Makeqanunê de cih bigirin. Kurd ji bilî van tiştan hemû tiştên din ji xwe re wekî înkar û îmha û sedema şereke mezin dibîne.”

‘JI BO AZADIYA RÊBER APO’

Însiyatîfê bibîr xist ku di 1’ê cotmehê de meclisa Tirkiyeyê vedibe û wiha daxuyanî berdewam kir: “Beriya ku meclis vebibe di 30’yê îlonê de li Amed û Wanê bi daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî, ji kurdan re statu’ meş tên lidarxistin. Divê gelê me bi awayeke girseyî tevli van meşan bibe.  Ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Rêber Apo, ji bo perwerdeya zimanê dayikê di Makeqanunê de cih bigire û bê parastin, ji bo ku mafên hemû kurdan di Makeqanunê de cih bigire û bê parastin em hemû gelê xwe di 30’yê îlonê de banga derketina qadan dikin. Ji extiyar, zarok, karker û xwendekar divê hemû gelê me bi ruhê serhildanê di 30’yê îlonê de derkeve qadan.”