Ji Hunko bi ala PKK’ê piştgirî

Ji Hunko bi ala PKK’ê piştgirî

Di çalakiya ji bo piştevaniya Kobanê de endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Nîcole Gohlke bi sedema ku ala PKK’ê rakiribû û destnedana wî hatibû rakirin, parlamenterê heman partiyê Andrej Hunko bi armanca piştevaniya Gohlke ala PKK’ê rakir.

Di çalakiya ji bo piştevaniya Kobanê ya di 18’ê Cotmehê ya li Munîhê Parlamenter Nîcole Gohlke ala PKK’ê vekiribû.

Gohlke diyar kiribû ku di bin vê alê de têkoşîna azadî û demokrasiyê tê dayîn û divê îro hikûmeta Federal vê alê krîmînalîze neke. Li ser vê gotinê Meclîsa Federal destnedana Gohlke rakir. Tê payîn ku niha dozger der barê Gohlke de lêpirsînê veke.

Bi armanca piştgiriya Gohlke, Parlamenterê Partiya Federal Andrej Hunko jî ala PKK’ê vekir.