Ji hiqûqnasan biryara ‘boykota rûniştinan'

Rêxistinên ked û pîşeyî bi boneya komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar bikin wê di 12-13'ê Cotmehê de çalakiya grevê pêk bînin. Parêzeran jî diyar kirin ku wê piştgiriyê bidin çalakiyê û 2 rojan dadgehan boykot bikin.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, Hiqûqnasên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Koma Parêzerên Hemdem û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, û gelek rêxistinên parêzeran daxuyanî dan û diyar kirin ku bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya grevê dê 2 rojan beşdarî rûniştinên dozan nebin û dadgehê 2 rojan boykot bikin. Parêzeran anîn ziman ku dê di navbera 12-13'ê Cotmehê de neçin kar û beşdarî rûniştinan nebin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû parêzer li dijî faşîzma Sarayê û li dijî şerê gelan bi boneya şer deşîfre bikin beşdarî boykota du rojan bibin. Rêxistina parêzeran ji hemû parêzeran xwest her kes beşdarî boykotê bibin.