Nûnertiya Heyva Sor a Kurdistanê ya welatên Skandînavya, banga xwedîderketina li Rojava li Kurdistaniyên li Danîmarka, Swêd, Fînlandiya û Norwêcê dijîn kir.
Nûnertiya Skandînavya ya Hevya Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Swêdê ye, derbarê rewşa giran a li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji ber şerê Sûriyeyê, ji aliyê Başûr ve Artêşa Sûriyeya Azad û rejîma Beşar Esed û ji Bakur ve jî rejîma Tirk hemû derî li kurdên rojava girtine, dorpêçek şdandî heye û di serî de pêdiviyên bingehîn ên jiyanê, ji gelek aliyan ve gel di nav şertên giran de ye.
Heyva Sor a Kurdistanê her weha destnîşan dike ku bi berdewamî deriyê sînor yê Başûrê Kurdistanê jî girtiye û divê derhal tedbîrên pêwîst werin girtin.
Nûnertiya Skandînavya ya Heyva Sor, bangê li Kurdistaniyan dike ku di van rojên giran de kurdên rojava bi tenê nehêlin û bi rêya Nûnertiyên Heyva Sor ên li Stockholm, Helsînkî, Kopenhagen û Osloyê alîkariyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê re bişînin.