Ji hevserokên BDP’ê ji bo Tarkan peyama sersaxiyê
Ji hevserokên BDP’ê ji bo Tarkan peyama sersaxiyê
Ji hevserokên BDP’ê ji bo Tarkan peyama sersaxiyê
Hevserokên Giştî yên BDP’ê ji bo Serokê Giştî yê DSÎP’ê ku di encama krîza dilde jiyana xwe ji dest dayî, peyama sersaxiyê weşandin.
Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gûltan Kişanak û Salahatîn Demîrtaş di peyama xwe de wiha gotin: “Birêz Tarkan ku jiyana xwe di ber tekoşîna jiyana şoreşgerî a sosyalîst de daye, li hemberî neheqiyê, tûndiyê derketiye û di vê riyê de kesekî xedî xebatekî birêz a şoreşê bû. Winda kirina Tarkan em û hemû hevalên xwe yên tekoşînê gelek xemgîn kir.”
Di peyama sersaxiyê a Kişanak û Demirtaş de ev hatin gotin: “Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Sosyalîst û Şoreşger Birêz Dogan Tarkan ku ji ber krîzekî nişkave a dil jiyana xwe winda kir, me bi xemgîniyekî mezin zanî. Birêz Tarkan kesekî ku tevayî jiyana xwe di ber tekoşîna sosyalîsta şoreşgerî de daye, li hemberî neheqiyê, talankirinê û tûndiyan derket û kesekî şoreşger bû ku di vê rêyê de tekoşînekî mezin daye. Winda kirina Birêz Tarkan em û hemû hevalên wî yên tekoşînê ji dilda xemgîn kirîn. Emê wî birêzdarî û heskirin bi bîr bînîn. Bîranîna wî û çanda tekoşînê ya ku li ser vî welatî hêlaye wê di tekoşîna azadî, demokrasiyê û sosyalîzmê de berdewam jiyan bike. Em ji bo wî ji xûdê rehmet, ji bo malbata wî a birêz, xizim û hemû hevalên wî yên tekoşînê re sersaxî dixwazîn û êşa wan ji dil parve dikîn.”