Ji Hevşaredara DBP’yî re heta 15 salan ceza hate xwestin
Di rûniştina doza Hevşaredara Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn de ya ku ji peywirê hatibû dûrxistin, ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.
Di rûniştina doza Hevşaredara Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn de ya ku ji peywirê hatibû dûrxistin, ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.
Hevşaredara Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn di 24’ê Tebaxa 2015’an de hatibû girtin û piştî ku 14 mehan di girtîgehê de mabû û hatibû tehliyekirin, îro darizandina wê pêk hat.
Bi sûcdariya ku ‘endama rêxistinê ye’ têkildarî wê îddîaname hatibû amadekirin û doza wê îro li Wanê dest pê kir. Rojbîn Çetîn beşdarî dozê nebû û parêzerên wê amade bûn.
Di mutaalayê de ya ku dozger pêşkêşî dadgehê kir, têkildarî Rojbîn Çetîn ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.
Dadgehê, rûniştina biryarstendinê taloqî 25’ê Çileya 2018’an kir.