Ji hevalên Wolfê bang; ‘biryara hilweşînê rawestînin’

Ji hevalên Wolfê bang; ‘biryara hilweşînê rawestînin’

Hevalên Andrea Wolf,  gelê Wanê yê li dijî hilweşîna Şehîdgeha Ronahî nobetê digirin, slav kirin û daxwaz kirin ku biryara hilweşînê bê betalkirin.

 Çalakiyên ‘Em edeletê dixwazin’ ya ji bo komkujiya Parîsê ya 9’ê Çîle ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, ronî bibe dest pê kiribû, didome.  Li bajarê Munîh a Almanyayê li ber seferatxaneya Fransayê  welatiyên kurd hatin cem hev û daxwaz kirin ku komkujî demildest ronî bibe.

Çalakiya bi dirûşmeya ‘Bêdengiya we hevkariya sûc e’ pêk hat, hat diyar kirin ku Fransa bêdengiya xwe diparêze û bang  kir ku rayedarên Almanyayê yên wê demê  jî bên lêpirsîn kirin. Hat destnîşan kirin ku çalakî ji roja çarşemê û şûnde dê her hefte saet di 17.00’an li Heimerranstraße 31’ê pêk were.

Di çalakiyê de 24 gerîlayên PKK’ê ku di nava wan de Andrea Wolf ya Alman jî heye ku di 23’ê cotmeha 1998’an de di pevçûneke bi dewleta tirk re derket jiyana xwe ji dest dan bibîranîn.

Li ser navê Koma hevalên Andrea Wolf ya li Munîhê, rojnameger Mîchael Backmund axivî û got ew gelê Wanê ku li dijî hilweşîna şehîdgeha  Ronahî nobetê digirin, slav kir.

 Backmund da zanîn ku divê biryara ku ji bo hilweşînê hatiye dayîn bê betalkirin û  bang li qeymeqamtiya Şaxê kir ku lêborîna xwe bixwaze.

 

Di 15’emîn salvegera şehadeta Hozan Hogir, Rojhat, Cembelî, Kamuran, Azîme Savaş, Agirî, Botan, Kawa, Şiyar, Leşker, Kemal, Tekoşer, Amed, Deniz, Xoşnav, Harun Azîz, Kendal Berxwedan, Gabar Afrin, Sipan, Salman, Bahoz, Dilbirin, Xezal û Ronahi (Andrea Wolf)  em bang dikin bila biryara hilweşîna şehîdgehê bê betalkirin.”