Ji her 17 penaberan 1 jê dimire

Her çendî hijmara penaberên ku ji Efrîkaya Bakur di ser Behra Spî re hewl didin biçine Ewropayê kêm bûbe jî rêjeya kesên ku dimirin pir zêde ye.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) hijmara penabarên ku di ser Behra Spî re hatin 4 caran li ya par kêmtir bûye. 2017’an, 6 mehên pêşî 85 hezar koçber çûne Italya û Maltayê, 6 mehên pêşî yên îsal 17 hezar.

RÊJEYA MIRINÊ ZÊDE BÛ

Lê li hêla dî rêjeya penaberên ku piranî jî ji ber şer welatê xwe berdidin û dixwazin di ser Behra Spî re biçine Ewropayê du caran li xwe zêde kiriye.

Par 6 mehên pêşî yê salê ji 600’î zêdetir koçber li Behra Spî mir, îsal, di şeş mehên pêşî ji 1400’î zêdetir penaber mir. Par ji her 38 penaberê ku digiha Italya û Maltayê 1 jê di Behra Spî de dimir.

Di şeş mehên pêşî de yên 2018’an ji her 17 penaberan yek jê mir.

ZOR LI WAN DIBE KU BIKEVIN RÊRÎTIYA TALOKE

Berdevkê UNCHR’yê Charlîe Yaxley got sedema herî girîng a zêdebûna rêjeya mirina koçberan ew e ku ji Efrîkaya Bakur zor li wan dibe ku bikevin rêwîtiyeke taloke.

Li gorî çarçoweya peymanên ku YE’yê di serî de bi Lîbyayê, bi gelek welatan re kirî her çendî hijmara penaberan kêm bûbe jî ji ber ku zor li wan dibe ku penaber berê xwe bidin rêyên dijwar zêdetir penaber dimirin.