Ji her 10 welatiyên Elman 9 li dijî çûna betlaneyê ya Tirkiyeyê ne

Li gel domandina nakokiyên di navbera hikûmeta Tirk û Elmayaya de, piraniya welatiyên Elman, çûna betlaneyê ya Tirkiyeyê erê nabînin.

Li gorî anketa hevpar a ji aliyê Spîegel Onlîne ya li gel lêkolîna raya giştî ya bi navê Cîvey hate lidarxistin, rêjeya ku pêşniyar nakin ku welatiyên Elmanya biçin betlaneya Tirkiyeyê ji sedî 92’ye.

Ji sedî 79,8’ê ku beşdarî anketê bûyîn anîn ziman ku bi ‘ti awayî’ nafikirin ku biçin Tirkiyeyê, ji sedî 12,2’yê wê jî ji bo çûna betlaneyê ya Tirkiyeyê nîyeta wan nîne.

Ji sedî 92’ê welatiyên Elmanyayê, destekê dide hişyariya hikûmetê ya betlaneyê ji bo çûna Tirkiyeyê.