Ji HDP'yiyan li Hollandayê civîna '1'ê Mijdarê'

Li bajarê Hollanda Den Haagê, HDP'yiyan civîna gel lidar xistin û lez dan xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê.

Xebatên li Hollanda yên ji bo hilbijartinên 1'e Mijdarê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, bi komîsyonan re mîna li cihên din ên Ewropayê wê bi 3 qonaxan bên meşandin.

DIVÊ QEYD BÊN KONTROLKIRIN

Di asta yekemîn de wê qeyda li lîsteya hilbijêrên derveyî welat bê çêkirin. Kontrolkirina qeydê jî bi dayîna nûmaraya nasnameya TC li malpera înternetê ya http://www.ysk.gov.tr dikare bê kirin. Hilbijêrê navê xwe di lîsteyê de nîne yan jî dixwaze cihê dengdayînê biguherîne, divê heta 10'ê Îlonê saet 16:00 li Konsolosxaneyên TC bi serlêdana şexsî ya bi nûmaraya nasnameya TC re, qeyda xwe çêbike.

DENGDANA LI DERIYÊN SÎNOR WÊ DI 8'Ê COTMEHÊ DE DESTPÊ BIKE

Dengdana li deriyên gumrukê yên bejahî, balafirgeh û bendergehan, wê di 8'ê Cotmeha 2015'an saet di 08:00 de destpê bike û heta 1'ê Mijdara 2015'an saet di 17:00 dewam bike.

Li gorî qonaxa duyemîn, komîsyon wê heta 8'ê Cotmehê xwe bigihînin hilbijêran û projeya HDP'ê vebêj.

Di qonaxa sêyemîn de, wê derfetên ji bo birin û anîna hilbijêran li ser sindoqan werin afirandin û ewlekariya sindoqê bê birêxistinkirin.

Li aliyê din di civîna gel de bal hat kişandin ser rola jin û ciwanan a di pêvajoya hilbijartinê de û aht destnîşankirin ku ji bo serketina di hilbijartinê de jin û ciwan hêza pêşeng in.

Di civînê de her wiha hat ragihandin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî, li cihên HDP'ê dengê zêde lê bi dest xistiye, ji bo komkujiyê êrîş dikin û hat gotin, "Careke din têkbirina Erdogan û partiya wî, deynê stûyê me ye."

'ZÊDEYÎ 100 KES DI KOMÎSYONÊ DE YE'

Xebatên ji bo hilbijartinê yên li Hollandayê wê ji aliyê komîsyonên ji jin, ciwan, bawermendan, Elewî, saziyên weke mizgeft û komeleyên Kurdên ji Elezîz, Dêrsim, Aksaray, Mêrdîn, Serhat, Çewlik, Anatoliya Navîn bên meşandin. Yên dixwazin tevlî komîsyonan bibin, divê serî li Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bidin. Di rewşa heyî de komîsyon ji zêdeyî 100 kesî pêk tên, lê tê plankirin ku komîsyon werin berfirehkirin.