Ji HDP'ê peyama sersaxiyê ji bo avakarê DSÎP’ê
Ji HDP'ê peyama sersaxiyê ji bo avakarê DSÎP’ê
Ji HDP'ê peyama sersaxiyê ji bo avakarê DSÎP’ê
Hevserokên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, ji ber wefata Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Şoreşgerên Sosyalîst (DSÎP) Dogan Tarkan peyameke sersaxiyê weşandin.
Peyama HDP’ê wiha ye: “Me bi xemgîniyek mezin wefata avakarê Partiya Karkerên Şoreşgerên Sosyalîst (DSÎP) Dogan Tarkan bihîstin. Em ji bo hemû hevalên wî yên têkoşînê û malbata wî sersaxiyê dixwazin û êşa wan ji dil parve dikin.
Dogan Tarkan ji rojên xwe yên ciwaniyê ve mirovekî di nava şoreşgerî û rêxistinên sosyalîst de cihê xwe girtiye. Li Tirkiyê di dema li dijî tevgerên sosyalîst êrîş pêk dihatin de têkoşîn daye meşandin. Di warê polîtîka, bîr û nîrxandinan de gavên girîng avêtiye.
Berî 12’ê Îlonê û piştî wê, di nava Tevgerên Rizgariyê û Rêxistinên Karkerên Sosyalîst de navek li pêş bû. Tarkan di qada navneteweyî de jî baş nêzîkî têkoşîna enternasyonalîst dibû. Tarkan her tim bi têkoşîna gelê Kurd re di nava piştgiriyê de bû. Bi bîr û polîtîkaya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiyê têkoşîn dida meşandin.
Di heman demê de wefata Serokê Giştiyê yê DSÎP’ê yê berê Dogan Tarkan ku bi HDP’ê re bibû yek li gel xemgîniyek mezin çêkir. Em wî û têkoşîna wî bi rêzdarî bibîr tînin.”